Bi hezaran welatiyên ji bo girtina cenazeyan meşiyan gulebaran kirin

11:34

JINHA

ŞIRNEX - Li Şirnexê dema ku bi hezaran welatî ji bo girtina cenazeyê 2 kesên hatine qetilkirin meşiyan polîs û leşkeran ew gulebaran kirin. Ji bo girtina cenazeyan berxwedan berdewam dike.

Li Taxa Dicle ya Şirnexê di gulebarana polîsan de 2 kesan jiyana xwe jidest daye. Ji bo girtina 2 cenazeyên nêzî Muduriya Ormanê ye ji duh heya niha gelê Şirnexê di berxwedanê dene. Li gel bi guleyên rastî êrîşî gel dikin jî gelê Şirnexê li Taxa Cumhuriyetê kombûn û ber bi Taxa Dicleyê ve dest bi meşê kirin. Ji Taxa Dicleyê ji bo girtina cenazeyan bi hezaran welatî ber bi Muduriya Ormanê ve dimeşin. Polîsên derdora cenazeyan girtine bi guleyên rastî welatiyan gulebaran dikin. Bi marşên "Olurum Turkiyem" û Mehter ê êrîşî gel dikin. Gel li gel hemû êrîşan cardin ji bo girtina cenazeyan li ber xwe didin.

(zt)