Li Dêrikê 4 kes hatin binçavkirin
11:35
JINHA
MÊRDÎN - Hêzên dewletê li Dêrikê di serdagirtina malan de 4 hemwelatî binçavkirin.
Li navçeya Dêrika Mêrdînê hêzên dewletê di seatên sibê de di ser gelek malan de girtin. Di serdagirtinên li taxên Kale, Cevîzpinar û Dag pêk hatîn de, demek dirêj lêgerîn pêk hat. Di dema lêgerînê de eşyayên hemwelatiyan hatin serobinokirin û ziyan çê bû. Piştî lêgerînan hemwelatiyên bi navên Ridvan Dîp, Servet Pîlsîn, Nametullah Alas û kesek navê wî nehata zanîn, hatin binçavkirin.
Kesên hatin binçavkirin li Midûriyeta Polîsan a Dêrikê tên girtin. Derbarê sedema serdagirtinan de agahî nehatin girtin.
(ekîb/zt)