Sêvê, Pakîze û Fatma bi berxwedana jin yê safî wekî ku govend gerandine çûn
12:08
JINHA
AMED - Hevseroka Giştî ya HDP'ê Fîgen Yuksekdag got"Sêvê Demîr, Pakîze Nayir ve Fatma Uyar; bi berxwedana û ahangiya jin yê safî wekî ku kilam bêjin û govend bigerînin şehît ketin. Bila soza me ji bo wan be, girêdanbûna wan yê jiyanê û berxwedaniya wan wê bibe rêbera têkoşîna me." Hevberdevka HDK'ê Sebahat Tuncel jî banga xwedî derketina têkoşîna jinên şoreşger kir û wiha got "Ev agir wê we jî bişewitîne."
Derbarê qetilkirina Endamê DBP PM Sêvê Demîr, Hevseroka Meclîsa Gel yê Silopî Pakîze Nayir û Aktîvîsta KJA'ê Fatma Uyar ên ku li taxa Karşiyaka ya navçeya Silopî ya Şirnexê de, li Navenda Giştî ya DBP'ê civînek çapemenî hat li darxistin. Di civîna çapameniyê de Hevseroka Giştî ya HDP'ê Fîgen Yuksekdag û Hevberdevka HDK'ê Sebahat Tuncel jî axivîn.
'Bi safîbûna jin wekî ku govend gerandine çûn'
Hevseroka Giştî ya HDP'ê Fîgen Yuksekdag derbarê mijarê de wiha got, "Di berxwedana xwerêveberiyê de tevahî jinên ku jiyana xwe ji dest dane silav dikim. Berxwedana wan berxwedana meye rêya wan rêyê me ye. Berxwedaniya xwerêveberin berxwedana jiyanê ye. Li qadên jiyanê ên berxwedanê jin pêşengiyê dike. Ji bo avabûna jiyanê cihê xwe li wir digirtin. Bi seknek xwezayî û ji bo hevdîtina jin bi jiyan û tevgerê re şehît ketin. Sêvê Demîr, Pakîze Nayir ve Fatma Uyar; bi berxwedana û ahangiya jin yê safî wekî ku kilam bêjin û govend bigerînin şehît ketin. Wek wan jiyan kirin û berxwedan wê soza me be. Me got jiyana azad yê jin, axên pîroz û berxwedanvanên azadiyê bi zanabûn hedef hatin girtin. 73 jin hatin qetil kirin.
'Wê wek sembola berxwedaniyê bên bîranîn'
Li qadên xwerêveberinê sekvan hatine bi cih kirin û jin digrin hedefa xwe. Çeteyên şerê taybet jin dixin nava kemînan. Bi tang û topan jin li ber deriyê malê tên qetil kirin. Berxwedana xwerêveberinê jiyan parastine û jin jî xwîna ku koka berxwedanê bi hêz dike ye. Dixwazin koka jiyanê û berxwedana gel yê jiyanê bibirin. Em ê kokê jiyanê û biryarê wê bi hêztir bkin. Têkoşîn û berxwedaniya wan wê bibe sembola bîranînê. Em ê wan tu car ji bîr nekin, em ê têkoşîna wan bighînin serkeftinê. Êdî barê me ji her demê girantir bûye. Têkoşîna jiyanê wê bighêje serkeftinê. Bila soza me ji bo wan be, girêdanbûna wan yê jiyanê û berxwedaniya wan wê bibe rêbera têkoşîna me."
Sebahat Tuncel: Heya gelê me azadiya xwe bi dest dixe...
Hevberdevka HDK'ê Sebahat Tuncel wiha dest bi gotinê kir, "Pergalê desthilatdariya mêr nûnerên jinan qetil dike û jinên siyasetmedar dikûje. Hersê jin ji bo astengkirina vê pergalê, bo aştî, azadî û edeletê têkoşîn didan. Di şexsê jinan de peyam didan tevahî civakê. Hewldidin me ji têkoşîna azadiyê dûrbixin. Lê ew vê yekê ji bîr dikin, di her êrîşek de jin bi biryarê pêşengiyê mezin dibiin. Bi qetilkirina Sakîne û jinên şoreşger hewldidin serkeftina têkoşîna azadiyê biçewsînin. Li ber qada girtîgeha Amedê berxwedana Sakîne heye me jî li wir soza bilindkirina têkoşîn û berxwedanê da. Sê jinên ku alê Sakîne hilgirtibûn li Silopî hatin qetilkirin. Sêvê, Pakîze û Fatma ji ber bi azadiya xwe ve girêdayî bûn û di nava gelê xwede bûn hatin qetilkirin. Heya gelê me azad nebe wê alê me her bilind be.
'Ev agir wê we jî bişewtîne'
Di nava 6 mehan de çend jin qetil kirin. Gunay, Dîlek, Yelîz û Şêrîn bi qetilkirina jinan hewldidin peyam bidin. Dixwazin ser terora xwe bigrin. Navê kiryarên li Cizîr, Sûr û Silopî çiye? Hincetê wan amede ye. Her dibêjin ne sivîlin. Li gorî wan kes ne sivîle ji xwe. Ji ber vî gelî hemû li hember xwe wek dijmin dibînin û wiha êrîş dikin. Ji bîr nekin çawan di dîrokê de berxwedan hebû dê îro jî berdewam bike. Gelê Kurd wê bi serbikeve. Em ji jinên cîhanê û Tirkiyê re dibêjin, bêdengî erêkirina komkujiyane. Eger îro em ranebin ser piyan em kengî rabin. Em AKP'ê hişyar dikin, ev agir wê te jî bişewtîne. Diyare ku çareserî di pirtûka wan de nîne. Berxwedan û hewla me a çareseriyê dê bidome. Ji aliyek komkujî li aliyê din li hember Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan tecrît tê pêk anîn. Hevalên Birêz ocalan tê sûrgun kirin. Navê jiyanê yê din berxwedane. Di şexsê Pakîze, Fatma, Sêvê, Sakîne, Fîdan û Leyla tevahî jinan bi rêzdarî em bi bîrtînin. Soza me ji wan re em ê heya serkeftinê têbikoşin."
(rc)