Sara Aktaş: Hêzên tarî dikare sê kulîlkan biqetîne lê nikare hatina bûharê asteng bike
12:57
JINHA
AMED - Endama Koordinasyona KJA yê Sara Aktaş qetilkirina 3 jinên siyasetmendarên kurd li Silopiyayê şermezar kir û got: "Emê şînê nekin. Emê em di her şert û mercan de bedelê wê çî dibe bila bibe tekoşîna wan hevalên xwe berdewam bikin. Hêzên tarî dibe ku bikarin yek, du sê kulîlkan biqetînin, lê ew nikarin hatina buharê asteng bikin."
Girêdayî qetilkirina Endama Meclîsa DBP'ê Sêvê Demîr, Hevseroka Meclîsa Gel a Sîlopiyê Pakîze Nayir û Aktîvîsta KJA'yê Fatma Uyar li Sîlopiyê KJA yê daxuyanî da. Di civîna çapemeniyê ya ku li Navenda DBP'a Amedê hat lidarxistin de Endama Koordinasyona KJA yê Sara Aktaş, Hevseroka KCD'ê Selma Irmak, Hevseroka DBP'ê Emine Ayna, Hevseroka HDP'ê Figen Yuksekdag, Hevberdevka HDK'ê Sebahat Tuncel, hemû parlementerên jin û aktîvîstên KJA yê amadebûn. Di civînê de despêkê Sara Aktaş axivî û da zanîn ku ew bejna xwe li ber berxwedana Sêvê, Pakize û Fatma ditewînin û dê ticarî alaya tekoşîna wan li erdê nehêlin.
Sara wiha axivî: "Di sala 2013'an de sê hevalên me qetilkirin. Piştî sê salan cardin 3 hevalên me qetilkirin. Her 3 hevalên me temenê xwe dabûn tekoşîna azadiya jinan. Wan li hemberî zilmê û hişmendiya deshilatiya mêran serî hildan. Emê şînê nekin. Emê di asta herî bilind de tekoşînê bilind bikin. Ji ber ku wan vînek biromet nîşan dan hatin qetilkirin. Emê alaya wan a berxwedanê bigirin û di asta herî bilind de bi çalakiyên herî radîkal li qadan bin. Em baş dizanin ev êrîş li hemberî xeta me ya îdeolojîk û xeta azadiya jinên kurd hatiye kirin. Em dikarin bêjin heya niha li hemberî ti êrîşan me gav paşde nedaye û emê paş de nedin jî. Ji bo bilindkirina alaya wan bedel çî dibe bila bibe emê di nava tekoşînê debin. Hêzên tarî dibek ku bikarin yek, du sê kulîlkan biqetînin, lê nikarin hatina buhar û azadiyê asteng bikin."
'Emê bi biriyara tekoşîna wan bimeşin'
Hevseroka KCD'ê Selma Irmak jî di serî de ji bo li hemberî êrîşên ser gelê kurd berdewam dike banga bilindkirina berxwedanê li jinan kir. Selma destnîşan kir ku ji bo kurdan ferman xêz kirine û di serê fermanê de jin hedef girtine û wiha got: "Di vê fermanê de despêkê jinên pêşengên berxwedanê hedef digirin. Pergala faşîst bi awayê Hitlerwarî û DAIŞ wariyê despêkê jinan hedef digirin. Em îro jî dibêjin em ji mirin û qirkirinên we natirsin. Ev 3 hevalên me bi tilîliyên xwe bûn pêşengên berxwedanê. 3 xwişkên hev Xwişkên Mirabel qetilkirin, li Parisê Sakine, Fidan û Leyla qetilkirin, li Silopiya Sêvê, Pakize û Fatma qetilkirin. Em di rêya wan de bimeşin. Bila her kes bizane bi rêbazên DAIŞ'ê êrîşî me dikin, ev êrîş dermirovî dikin, lê em ji bo wan vê dibêjin; hun me bikujin jî em dest ji vê dozê bernadin."
'Gotina Sêvê soza meye'
Selma gotina Sêvê ya dawiyê "Berxwedan jiyane" bibîr xit û wiha dom kir: "Ev gotin diruşma meye. Emê dest ji lêgera xwe ya heqîqetê bernedin û bibin pêşengên berxwedanê. Em ticarî teslîmî deshilatiyê nebûn û emê nebin jî. Emê teslîmî hişmendiya DAIŞ'ê nebin. Emê îro weke Sêvê, Fatma, Pakize, Sara, Ronahi, Rojbin, Zilan, Sema, Bêrîtan, Kader Sibel û Arînan li ber xwe bidin. Weke Pakize gotî; 'Ger Botan nekeve Kurdistan nakeve.' Em vê weke peyam dipejirînin. Em vê qirkirinê şermezar dikin û bang li hemû jinan dikin carekdinê Xwişkên Mirabel li Silopiyayê qetilkirin. Carekdinê qirkirina Parîsê li Silopiya hat jiyan kirin. Carekdinê Arîn li Kobanê qetilkirin.
Em bang li jinên kurd, ermenî, suryanî, azerî, çerkez û hemû cîhanê dikin werin em bi hev re alaya jinan bilind bikin."
(zt)