Gelê Şirnexê ji bo 'Sê jinên azad' ber derî nexweşxanê ne

13:41

JINHA

ŞIRNEX - Gelê Şirnexê bi pêşengiya KJA'ê ji bo 3 jinên siyasetmedar ên ku li Silopî hatine qetilkirin û li Nexweşxaneya Dewletê yê Şirnexê tên rawestandin ber deriyê nexweşxanê li hev kombûn. Bi hezaran welatî li ber deriyê nexweşxanê dirûşmeyê "Jin jiyan azadî" berz dikin.

Cenazeyê Endama DBP PM Sêvê Demîr, Hevseroka Meclîsa Gel yê Silopî Pakîze Nayir û Endama KJA'ê Fatma Uyar ên ku li Silopî hatine qetilkirin li morga Nexweşxaneya Dewletê yê Şirnexê hîna tên rawestandin. Gelê Şirnexê bi pêşengiya KJA'yê li Qada Cumhuriyetê hatin ba hev û ber bi nexweşxanê ve meşiyan. Gelê bi dirûşma "Jin jiyan azadî", "Şehît namirin" û "Kojer AKP'ê dê hesab bide" berzkirin. Parlementerên HDP'ê yê Şirnexê jî tevlî meşê bûn. Bi hezaran welatî li ber nexweşxanê bi berzkirina dirûşmeyan sekînine.

Li aliyê din li bendê ye malbata Endama DBP PM Sêvê Demîr bê amedê. Dema malbat gihêşt Amedê dê Hevserokên Giştî yên DBP'ê Emîne Ayna, Kamûran Yuksel û Parlementerên jin tevî KJA'yan dê ji Amedê ber bi Şirnexê ve bi rêkevin.

(rc)