Polîsan mudaxeleyî meşa ji bo Surê kirin

14:26

JINHA

AMED - Li Amedê welatiyên ber bi Surê ve meşiyan rastî êrîşa polîsan hatin.

Welatiyên Amedê ji bo dorpêç û êrîşên ser Surê dest bi meşê kirin rastî êrîşa polîsan hatin. Welatiyên li Meydana Batikentê kombûn polîsan bi ava şid û gaza îsotê mudaxele kirn. Piştî mudaxeleyê di nava kolanan de şer berdewam dike. Her serê kolanekê wesayîtên zirxî sekinîne û welatiyan gulebaran dikin. Li hemberî êrîşên polîsan welatiyan dest bi çalakiya deng derxistinê kirin.

(zt)