Ji bo 3'ê jinên hatin qetîlkirin çalaki hate lidarxistin

14:27

JINHA

WAN - Bi pêşengiya KJA, HDP û DBP'ê ji bo 3 jinên bi navê Sêvê Demîr , Fatma Uyar û Pakîze Nayir ên ku duh li nevçeya Silopiya Şırnexê ji alîyê tîmên taybet ve hatin qetilkirin, çalakî hate li dar xistin.

Li Wanê Akîvistên KJA , rêxistina HDP û DBP bi hevparî ji bo 3 jinên bi navê Sêvê Demîr , Fatma Uyar û Pakîze Nayir ên ku duh li nevçeya Silopiya Şirnexê ji alîyê tîmên taybet ve hatin qetilkirin, şermezar bikin daxuyanî dan çapameniyê. Daxuyanî bi tevlibûna Parlementera HDP ya Wanê Tugba Hezer Ozturk, endamên Meclîsa Dayikên Aştiyê, nûner û reveberên DBP, HDP û bi tevlibûna gelek kesan li Parqa Feqiyê Teyran li hev kombûn. Di daxuyaniyê de pankarta reş ku li ser wêneyên 3 jinên hatin qetilkirin û nivisa "Em ê hesaba komkûjiyan bi pirsin" nivisi hate vekirin. Girse bê navber diruşmeyên wek "Şehit Namirin", "Dewleta kujer de hesabê bide" û "Bijî berxwedana Silopiyê" berz kirin.

Meş rastî astengiya polîsan hat

Girseya ku xwast heya bêşyola navendê bimeşe rastî astengiya polîsan hat. Polîsan bi mertalên xwe rê li girseyê girt û destûr neda ku girse bimeşe. Girse di dorpêça polîsan de 5 deqa çalekiya runiştinê li dar xistina. Piştre Tugba Hezer Ozturk axivî û diyar kir ku bi maha e ku li Kurdistanê dewleta tirk li ser gelê kurd qetlîamên mezin dike. Tugba desnîşan kir ku polîtîkayên tunekirinê yên li ser kurdan tên meşandin ji aliyê jinên kurd ve tên şikandin, dewlet dixwaze ku bivan êrîş û komkujiya carekdin gel bi zorê goç bike.

'Em nihariya qetliaman nagirin û têkoşina wan xurtir bikin'

Tugba qetlîma ku di 9'e Çileya 2013'an de li Parîsê pêk hat û 3 jinên siyasetmadarên kurd Sakîne Cansiz, Fîden Dogan û Leyla Şaylemez bibîr xist û got ku di êvara salvegar qetlîama Parisê de qetlîameke wiha pêk hat bi hişmendiye e. Tugba bilêv kir ku dewleta tirk ji hêza jinê dîtirse û bi komkujiyan wan tune dike û em jî dibêjin ku em nîhariya wan negirin û dê têkoşina wan xurtir bikin.

(kom/rc)