'Berxwedanê wê di nava nifşên siberojê de her li ser lêvan bin'

14:52

JINHA

ŞIRNEX - Şirnexî, ji bo şermezarkirina înfaza siyasetmedarên Kurd Sêvê Demîr, Pakîze Nayir û Fatma Ûyar, bi pêşengiya KJA'yê li Taxa Dîcleyê li hev civiyan û heta ber Nexweşxaneya Dewletê ya Şirnexê meşiyan. Rêvebera Navenda Şêwirmendiya Jin yê Zahîde Eda Bazencîr Eda gotina Fatma a digot, "Çiqasî me qetil bikin em ewqasî zêdetir şîn dibin. Em ji xweliyên xwe diafirin" bibîr xist û got, "Em ê ti carî tine nebin. Çîrokên me yên berxwedanê wê di nava nifşên siberojê de her li ser lêvan bin."

Şirnexî, ji bo şermezarkirina înfaza siyasetmedarên Kurd Sêvê Demîr, Pakîze Nayir û Fatma Ûyar, bi pêşengiya KJA'yê li Taxa Dîcleyê li hev civiyan û heta ber Nexweşxaneya Dewletê ya Şirnexê meşiyan. Di meşê de dirûşmeyên "Şehît namirin", "Tolhildan" û "Kojer AKP'ê dê hesab bide" hatin berzkirin. Dûvre li ber deriyê Servîsa Lezgîn aktîvîsta KJA'ê Eda Bazencîr daxuyanî xwend. Parlamenterên HDP'ê Leyla Bîrlîk, Adem Geverî û Îbrahîm Ayhan jî di dema dayîna daxuyaniyê de amade bûn. Eda diyar kir ku sê jinên siyasetmedar bi birîndarî hatin înfazkirin û got, "Em vê komkujiyê lenet dikin. Manîdar e ku ev komkujî hefteyek beriya komkujiya Parîsê ya 9'ê Çileyê hat kirin. Komkujiyên li Parîs û Silopiyayê pratîka heman mejî ye."

Eda gotina Fatma a digot, "Çiqasî me qetil bikin em ewqasî zêdetir şîn dibin. Em ji xweliyên xwe diafirin" bibîr xist û got, "Em ê ti carî tine nebin. Çîrokên me yên berxwedanê wê di nava nifşên siberojê de her li ser lêvan bin. Em bang li vî zîhniyetê qetlîamker dikin ku hindikî jî be, bi rûmet be."

Eda her wiha cenazeyên ku du roj li erdê mane û qetilkirina Çetîn Taşar jî bi bîr xist û wiha domand, "Êrîş heya kengî dê bidome em nizanin lê belê wek jin em ê têkoşîna Sêvê, Fatma û Pakîze bidomînin."

Piştre dayika aştiyê ya bi navê Fatma Kartal mafê axaftinê wergirt û got, "Yên ku me qetil dikin, dewleta AKP'ê ya ku me nas nake, em jî êdî qet wan nas nakin. Ew çiqasî ji me bikujin, têkoşîna me jî wê ewqasî mezin bibe."

(rc)