Naz piştî revandinê hat qetilkirin
15:54
JINHA
NAVENDA NÛÇEYAN - Li Hewlêrê di 3'ê Çile de ji aliyê kesên nenas ve parêzer Naz Silêman tê revandin û pişt re qetil dikin. Sendîka Parêzerên Herêma Kurdistanê jî daxwaz ji aliyên peywendîdar kir, ku bi zûtirin demê de tewanbaran bibînin û ceza bikin, kir.
Sendîka Parêzerên Herêma Kurdistanê bi daxuyaniyekî nivîskî, diyar kir ku di 3'ê Çile de li Hewlêrê parêzer Naz Silêman ji aliyê kesên nenas ve tê revandin û wiha tê gotin: "Di 3'ê Çileyê de, Roja Parêzaran de, Parêzer Naz Silêman Yeqûbî tê revandin û piştî revandinê qetil dikin. Ev yek dûrî hemû nirxên mirovahiyê ne. Mixabin rû yê wê xirab kirine."
Di berdewama daxuyaniya Sendîka Parêzerên Herêma Kurdistanê de wiha tê gotin: " Parêzereke bê guneh bû, jinek bû. Di asta rewşenbîrî de asta wê berz bû. Zîrek û kêrhatî bû. Ji derdora xwe hes dikir. Ji malbatekî navdarên bajarê Hewlêrê bû. Nakokiyên wê li gel ti kesê nebû."
Sendîka Parêzerên Herêma Kurdistanê diyar kir ku pêwîste kesên Parêzar Naz Silêman qetil kirine bên dîtin û cezayê xwe bibînin û wiha tê ragihandin: "Weke Sendîka Parêzerên Herêma Kurdistanê em bi tundî qetilkirina parêzer Naz Silêman şermezar dikin. Daxwazê ji tevahiya dezgehên peywendîdar dikin bi zûtirin demê de bûyerê bi şopînin û tewanbaran ceza bikin."
(rc)