Şahidê înfaza 3 jinan: Destpêkê bombe avêtin pişt re gulebaran kirin
16:24
JINHA
ŞIRNEX - Rêveberê DBP'ê yê Sîlopiyê Cabbar Çagatay ê dema ku 3 siyasetmedarên jin li Sîlopiyê hatin qetilkirin li cem wan bû û di heman êrîşê de birîndar bû diyar kir ku dema ku ji taxa Karşiyaka derbasî Ofîsê bûne li taxa Yeşîltepeyê MOBESE'yê ew dîtine û piştre jî li cem wan têqînek çêbûye. Cabbar got ku ji ber parçeyên şarapneyê bi awayeke sivîk birîndar bûne û rewş ji paralenteran re vegotine lê piştî nêv saetê herêma ku lê ne hatiye gulebarankirin û înfaz çêbûne.
Şahidê înfazkirina 3 siyasetmedarên jin ên Kurd, endama PM'ya DBP'ê Sêvê Demîr, aktîvîsta KJA'yê Fatma Uyar û Hevseroka Meclîsa Gel a Silopiyê Pakize Nayir û ciwanekî ku navê wî nehat zanîn, kêliyên înfazê vegot. Rêvebirê navçeyê ya DBP'a Silopiyê Cabbar Çagatay ku ew jî di êrîşê de birîndar bû, der barê înfazê de agahiyên girîng dan.
'Destpêkê teqîn çêbû'
Cabbar ê ku em bi riya telefonê pê re axivîn got ku dema taxa wan hatiye valakirin, saet derdora 19.00'an de tevî 8 kesên ku di nav de 3 siyasetmedarên jin jî hebûn ji Taxa Karşiyakayê ber bi Ofîsê ve çûne û wiha berdewam kir: "Li wir rûbarekî heye. Em fikirîn ku em avê derbas bikin û biçin Ofîsê. Lê beriya ku em bigihin pirê, MOBESE'yê em dîtin. Di ser re deqeyek derbas nebû, an bombe bû an jî topê hawanê avêtin ser me. Teqînek çêbû. Gulebaran tunebû. Di wê navberê de du hevalên li pêşiya min xwe xilas kirin. Em 6 kes birîndar bûn."
'Me xwe avêt erdê'
Cabbar da zanîn ku 6 kesên mane bi parçeyên şarapnelê ve hatine birîndarkirin, cisma ku avêtine wan û bûye edema teqînê nêzî Sêvê Demîr ketiye û ev agahî da: "Em hemû bi parçeyên şarapnelê ve birîndar bûn. Li ber min heval Sêvê, heval Fatma û hevala ku niha li cem min e hebû. Heval Pakîze û hevalê din ê şehîd ket li pişt min bûn. Ew paş ve reviyan. Em 4 kesên din me xwe avêt erdê."
'Birîna heval Fatma ne giran bû'
Cabbar di berdewamê de ev agahî parve kir: "Min jî teredut kir û ewil paşde reviyam lê piştre min ferq kir ku heval Fatma û heval Sêvê ne li wir in û bi fikra ku ez ê nikaribim rê derxînim vegeriyam cem wan. Dema ku ez hatim cem wan min dît ku heval Fatma ji lingê xwe birîndar bûye lê birînekî giran nebû. Heval Sêvê ji serê xwe birîndar bûbû. Ew tişta ku avêtin pir nêzî heval Sêvê ket. Min hewl da heval Fatma rakim û lê wê destê min girt û da ber birîna xwe. Lê heval Sêvê nehîşt ez wê rakim. Wekî got min bihêle îşaret kir. Hevalên me yên din jî li ber serê wê bûn. Min ew hilda û ji wir derxist. Me xwe li bodruma maleke veşart."
'Gulebarana zêde hate kirin'
Cabbar anî ziman ku Pakîze Nayir ciwanê din ê hate qetilkirin li pey wan man, li ser teqîna yekem nêzî 30 deqîqe derbas bû piştre jî ew der gelekî hate gulebarankirin. Cabbar wiha got: "Fatma û Sêvê li wir man lê Pakîze û hevalê din gelekî li pişt wan bûn. Êdî min ji wan agahî negirt. Lê birîna Fatma ne giran bû. Piştî wê em ji wir derketin ez bi hevseroka me re axivîm. Min rewş jê re vegot. Saet texmînî bûbû 19.30. Me rewş ji rayedaran re ragihand. Piştî 20 deqîqeyan cihê ku Sêvê, Fatma û hevalên din hene gelekî hate gulebarankirin. Gulebaran nêzî nîv saetê berdewam kir."
(rc)