Ji gundan topên hewanê davêjin Cizîrê

16:40

JINHA

ŞIRNEX - Li navçeya Cizêrê serê sibehê ji vir ve ji gundên derûdonê topên hewanê diavêjin navçeyê. Li Silopiyê jî ji ber topebarana tankan hêzên dewletê bi zorê dikevin malan û welatiyan derdixin.

Li navçye Cizêrê hêzên dewletê li gel êrîşên ku 24 roj in berdewam dike nikare bikeve taxên Nûr, Cûdî, Sûr û Yafesê ji ber vê yekê jî bênavber taxan topebaran dikin. Îro serê sibehê ji Qereqola Cendirmeyan a Bozalanê û qereqolên li gundên derûdorê ber bi navçeyê topên hewanê tên avêtin. Gelek malên ku topên hewanê lêket hatin xirakirin li hin malan jî şewat derket. Ji ber şewatê li ser navçeyê du bilind dibe.

Hemû tax hedef in

Taxên Şah, Dîcle û Alîbey ên ku barîkat tuneye jî hatin topebarankirin. Li dijî taxa ku gel zêde ye ve tê armancikirin ku navçe bi temamî bê valakirin. Li taxa Dîcleyê jina bi navê Şukriye Dalkiran a top li mala wê ket li dijî êrîşê nerazîbûn nîşan da.

'Me hemûyan bukujin jî em ê neçin'

Şukriye got ku dewlet dixwaze qatlîamê bike û nirxandina "Lê em ê warê xwe neterikînin" kir. Şukriye diyar kir ku wesayîta wan a li ber malê hatiye xirakirin û guleya topê ya li malê nîşan da û wiha got :"Fedî nakin û dê bibêjin PKK'ê kiriye. Xendek û barîkat hincet in. Dixwazin navçeyê vala bikin. Li bendê ne em ji warê xwe derkevin. Lê em ê li vir bin. Dibe mu malên tev xira bikin lê em ê bi cîranên xwe re bimînin."

Li Sîlopiyê êrîş didome

Li navçeya Sîlopiyê jî ligel êrîşan gel berxewdana xwe didomîne. Li dijî taxan bi tankan êrîş didome. Serê sibehê Hêzên dewletê li ser hin malên li taxên Cûdî û Nûhê de girtin. Nasnameyên welatiyan kontrol kirin û pirsên wekî "ev xendek ji aliyê sivîlan ve hatin kolandin an ji aliyê rêxistinê ve hatin kolandin" "ên ku xendek kolane we dîtiye" ji welatiyan kirin.

(rc)