KJK: Qetlîam wê paş de gavê nedin avêtin
16:53
JINHA
NAVENDA NÛÇEYAN - Koordînasyona KJK’ê destnîşan kir ku şerê dispêrin gelê Kurd di heman demê de qetlîamek jinan e, wiha got: “Hê duh li Silopiyayê Pakîze Nayir, Fatma Ûyar û Sêvê Demîr hatin qetilkirin. Ev qetlîam wê paş de gavê bi me nedin avêtin, her wiha wê bibin bingehê têkoşînek hê aktîftir.” KJK’ê di serî de jinên Elewî bang li tevahî jinên li ser navê demokrasî û azadiyê têdikoşin kir ku di avakirina neteweya demokratîk de piştgiriya berxwedana xwerêveberiyan bikin.
Koordînasyona KJK’ê diyar kir ku berxwedanên xweseriya demokratîk û xwerêveberiyan ên di encama têkoşîna Tevgera Azadiya Kurdistanê de li Bakurê Kurdistanê hatine îlankirin, beyana îradeya gelê Kurd e. KJK’ê bal kişand ku hikûmeta AKP’ê li hember vê beyana îradeya gelê Kurd bê tehamul e, qadên xwerêveberî lê hatine îlankirin veguherandiye qadên şer, wiha domand: “Îro li Sûr, Farqîn, Cizîr, Silopiya, Şirnex û Nisêbînê terorê pêk tîne, ji bo şikandina îradeya gel her cure wehşet û qetlîam xistiye meriyetê. Di vî şerê li Bakurê Kurdistanê de herî zêde jin û zarok bandor dibin û tên qetilkirin.”
Di daxuyaniyê de wiha hat gotin, “Ji vî şerê li Kurdistanê bi armanca şkandina berxwedana xwerêveberiyan tê meşandin gotina raweste, wezîfeya tevahî mirovên li ser navê demokrasiyê tevdigerin e” û wiha dewam dike: “Em grevên birçîbûnê yên Federasyona Elewî Bektaşiyan û Komaleyên Elewiyên Demokratîk ên ji bo piştgiriya navçeyên li ber xwe didin bi wate dibînin. Em ziyareta Tevgera Jinên Elewî yên Demokratîk ên bi ruhê piştevaniya jinê ji bo tevkariya berxwedana jinên Sûrê çûn navenda berxwedanê girîng dibînin. Em ji Besêyan û Zarîfeyan sekna di qetlîaman de jinên Elewî yên sembola berxwedanê ne, teslîmî dijminan nabin dizanin. Îro hevparpûna vê kevneşopiya berxwedanê, nîşan dide ku wê jiyana azad bi ser bikeve û sîstema dewletperez wê têk biçe.
Koordînasyona KJK’ê wiha berdewam kir:
“Ji paşerojê heta roja me komara Tirkiye herî zêde Elewî ji ber bawerî û nasnameyên wan qetil kirine, di encama qetlîaman de ji welatên wan koçber kirine. Dewleta Tirk heta niha hesabê ti qetlîaman nedaye, her wiha her roj hikûmeta AKP’ê ya dewama heman zîhniyeta qetlîamker di bin navê vekirinên Elewî jî polîtîkaya asîmîlasyonê xistiye meriyetê. Hikûmeta AKP’ê daxwazên Elewiyan ên bi baweriyên xwe bijîn û bi van nirxên baweriyê ve zarokên xwe mezin bikin ji nedîtî ve tê, îtîraf kiriye ku bi gotinên wê malên cem wek navendên îrfanê qebûl bike ve êrîşek nû daye destpêkirin. Serokê Karên Diyanetê yê got, “Malên cem wek îbadetgehên baweriyek cuda nîşandan xeta me ya sor e” zîhniyeta rast a vekirina Elewiyan a hikûmeta AKP’ê daniye holê. Divê Elewî vê axaftinê baş fêm bikin û li gor wê jî rêxistinbûyinê xwe pêş bixin. Ji ber ku polîtîkayên AKP’ê û Erdogan ên li Qesrê tên amedekirin nîşan dide ku êrîşek Yezid a li gor îro hatiye rêkûpêkkirin di meriyetê de ye. Ev gotin û polîtîka nîşan dide ku Elewî yên dixwazin azadiya baweriyê bijîn û ji bo vê têdikoşin, hê jî di bin xeteriya qetlîamê de ne. Ji ber vê jî tespîta rêberên bawerî û siyaseta Elewiyan a, “piştî gelê Kurd wê dora qetlîaman were Elewiyan” tespîtek rastiya dîrokî ye. Divê Elewî bizanibin ku qetlîamên heta niha ji ber bê rêxistinbûyin û parastinê pêk hatin. Ev jî bû sedema windahiyên mezin û êşên bê tarîf. Ji ber vê piştevaniya Elewiyan a bi gelê Kurd re ya li gor nirxên can, musahîp û kirîptiyê wê qasî pêşî qetlîaman bigire her wiha wê pêşerojên azad jî garantî bike.”
KJK’ê daxuyanî wiha domand: “Têkoşîna azadiya Kurdistanê qasî rastiya gelê berxwedêr, bûyer afirînerê sekna jina azad, pêşengê lêgerînvanê azadiyê ya gelên cuda û baweriyan. Ev kevneşopiya têkoşînê îro ji bo Elewiyan jî bûye sedem ku zanebûna rêxistinbûyina xwe ava bikin û bi awayekî aktîf têkoşîna xwe pêş bixin. Ji ber hêza pêşeng a vê rêxistinbûyinê jin in, Tevgera jinên Elewiyên demokratîk di rêxistinbûyina tevahî jinên Elewî de xwedî rola pêşeng e. Sekna rêxistinbûyî û têkoşer a jinên Elewî wê bibe pêşengê têkoşîna azadiya tevahî Elewiyan. Vi vê boneyê em bang li tevahî jinên Elewî dikin ku bi awayekî aktîf tevlî berxwedana xwerêveberiyan û avakirina neteweya demokratîk bibin.
Şerê dispêrin gelê Kurd di heman demê de qetlîamek jinan e. Hê duh li Silopiyayê Pakîze Nayir, Fatma Ûyar û Sevê Demîr hatin qetilkirin. Ev qetlîam wê paş de gavê bi me nedin avêtin, her wiha wê bibin bingehê têkoşînek hê aktîftir. Em wek KJK’ê di serî de jinên Elewî bang li tevahî jinên li ser navê demokrasî û azadiyê têdikoşin dikin ku di avakirina neteweya demokratîk de piştgiriya berxwedana xwerêveberiyan bikin.”
(rc)