Dê sibê cenazê Sêvê, Pakize û Fatma bên girtin
17:17
JINHA
AMED/MÊRDÎN - Karê otopsiyê yê cenazeyên Sêvê Demir, Pakize Nayir û Fatma Uyar ên li Silopiya hatin qetilkirin qediyan. Dê sibê cenazê sê jinên siyasetmenda ji Nexweşxana Dewletê ya Şirnexê bi awayê girseyî bên girtin.
Dorpêç û êrîşên dewletê di roja 24'an de ser Silopiyê berdewam dike. Şeva derbasbûyî sê jinên siyasetmendarên kurd Sêvê Demir, Pakize Nayir û Fatma Uyar ên hatin qetilkirin karê otopsiyê qediyaye. Di saet 10.00'an de dê cenazeyê Sêvê, Pakize û Fatma yên ku li Nexweşxana Dewletê ya Şirnexê tên girtin bi awayê girseyî bên girtin.
Ji bo endama KJA yê Fatma Uyar dê li Navenda Şirnexê merasîma cenaze bê kirin.
Piştî merasîma cenaze dê cenazê Hevseroka Meclisa Gel a Silopiya Pakize Nayir jî li cihê lê hatiye dinê gundê Zêristînê yê girêdayî Silopiyayê bê defin kirin.
Cenazeyê Endama Meclîsa DBP'ê Sêvê Demîr jî piştî ku di saet 10.00'an de ji nexweşxanê girtin despêkê dê li Mêrdînê bi girseyê bê pêşwazîkirin, piştre bişînin Amedê. Rêxistina DBP'ê ya Mêrdînê Têkîldarî mijarê daxuyanî da û diyar kir ku dê ji Mêrdînê rê kin Amedê. Cenazeyê Sêvê dê saet di 13.00'an de di derketina Mîdyadê de bê pêşwêzîkirin. DBP'ê banga pêşwazîkirina cenaze kir.
Ji bo Sêvê dê di 80'ê çile de li Amedê merasîmek girseyî bê kirin û paşê jî li Goristana Yenikoyê bê defin kirin.
Ji bo beşdariya merasîma cenazeyê Sêvê ya ku di refên pêş ên berxwedanê de cîh girtî KJA yê banga tevlîbûnê kir.
(zt)