Jinên Mêrdînê: Li hember zilmê roj roja yekîtî û piştevaniyê ye
09:01
Rojbîn Kaçan/JINHA
MÊRDÎ N - Jinên Mêrdînê destnîşan kirin ku li Kurdistanê konsepta şer di dewrê de ye û anîn ziman ku qetilkirina jin, zarok û ciwanan bi aweyek hovane wîjdan dixe nava zehmetiyan de û gotin gelê Kurd van pêkanînan heq nakin.
Dewleta Tirk bi polîtîkayên xwe yên şer ên ku li Kurdistanê xistiye dewrê, bi aweyek hovane qetilkirina zarokan rewa dike. Jinên Mêrdînê diyar kirin ku tehûmla dewletê li hember zarokên zikê dayîkê wan de jî nemaye û dan zanîn ku li beramberî tevahî şert û mercên şer ên giran gelê Kurd wê bi berxwedana xwe bighêje serkeftinê.
'Rihê berxwedaniyê di dilê Kurdan de mezin dibe'
Newroz Asan (22) diyar kir ku hêzên dewletê li Cizîr, Silopî, Nisêbîn û Surê pêkanînên giran ser gel dide meşandin û hikûmeta AKP'ê bi tundî, kuştin û zilmê dixwaze vîna Kurdan bişkîne. Newroz destnîşan kir ku wê berxwedana gelê kurd neşkê û wiha domand, "Erê gelek em gelek welatiyên xwe wenda dikin û zarok tên kuştin. AKP'ê dixwaze kurdan asîmle bike û bi zilmê têkoşîna wan biçewsîne. AKP'ê ne di ferqê deye ku bi êrîş û zilma xwe rihê berxwedaniyê di dilê Kurdan de mezin dike."
'Gelê Kurd wê her dem li berxwebide'
Newroz qetilkirina zarok, jin û bi rojan li kolanan dane rewastandin bi bîr xist û got, gelê ku rastî îşkence, zilm û kiryarên hovane bê, wê bi kîn û nefret mezin bibin. Newroz berteka xwe li hember kiryarên dervî hiqûqê anî ziman û wiha pêde çû, "Eger em bertekê xwe nîşan nedin wê qedexe û komkujî bidomin. Li Cizîr demek dirêj qedexe hatî îlan kirin wê heya kengî bidome ne diyare. Ew polîtîkayên şer xistine dewrê. Raste dewleta AKP'ê bi hêze, lê divê neyê jibîr kirin ku gelê Kurd wê her dem li berxwe bide."
'Komkujî giraniyek mezin ser wîjdanê me dike'
Mûnevver Olker (40) diyar kir ku bi îlankirina qedexeya derketina kolanan re gel rewşên giran dijîn û wiha pêde çû, "Zarokê di zikê dayîka wî de ango yê sê mehî qetilkirin wîjdanê me dixe nava zehmetiyên mezin. Zarokên ku hîna tê naghên bi aweyek hovane qetilkirin, ne rewşek yê pejrandinê ye. Gelê kurd vê omkujiyê heq nake.Divê her mirovek lêpirsîna wîjdanî pêk bîne. Zarokên bi çûk çewan wiha dibin hedefê êrîşan divê ji xwe pirsbikin. Dema ku lêgerîna lêpirsînê pêşket wê demê dê bersiva wê jî bê dîtin. Gelê rojavayê tirkiyê bê lêpirsîn wê wiha bêdengiya xwe biparêzin heya ku alozî û qeyran dighêje wan."
'Divê jinên Ewropayê li hember komkujiyan dengê xwe derînin'
Mûnevver bang li jinên Ewropa û tevahî jinan kir û wiha got, "Divê li hember komkujiyê deng derînin û çalakî pêk bînin. Ji ber mirovên li vir di rewşên giran de dijîn." Mûnevver di dawiya gotina xwe de got ku gule li jin û zarokan nayê reşandin û wiha pêde çû, "Ji kerema xwe deng bidin vê komkujiyê. Bila jin û zarok neyên qetil kirin. Derûniya jin, zarok û ciwan ne başe divê tevahî jin dengê xwe rakin. Li hember zilmê roj roja yekîtî û piştevaniyê ye."
(rc)