Jinên Başur: Kujerên Paris û Silopiya hemanin
09:02
Şengar Bradost/JINHA
SLÊMANÎ - Jinên Başûrê Kurdistanê komkujiya slopiyê ku têde 3 jinên pêşeng hatin qetilkirin weke komkujiya Parisê plan kirî binav kirin û gotin: "Divê demê de bûyerek bivî awayî ne tiştek tesadufe. Dewleta tirk dixwaze bi van kiriyarên ne mrovane dawî li berxwedanê bîne."
Ji gelek deverên cuda jin bertekên xwe yên li hemberî komkujiya Silopiya ya ku têde 3 jinên siyasetmendarên kurd Endama Meclisa Partiya DBP'ê Sêvê Demir, Hevseroka Meclisa Gel a Silopiyayê Pakize Nayir û Endama KJA yê Fatma Uyar hatin qetilkirin nîşan didin. Jinên Başurê Kurdistanê jî bertekên xwe nîşan dan û diyarkirin ku dê hêzên deshilat bi van komkujiyan nekarin çavê wan bitirsînin. Berpirsa Rêxistina Asude û Endama KNK'ê Xanim Rehîm diyar kir ku li Bakurê Kurdistanê ser gelê kurd û tayîbetî jî ser jinên kurd komkujiyek mezin tê kirin û wiha domand: "Li ser gelê kurd komkujiyek mezin tê meşandin. Qetilkirina jinan jî beşeke jî pilana komkujiyê ye. Divê demê de buyerek bi vî rengî peyma berdewam kirina komkujiyan tê dayîn. Ev tê wataya ku komplo û komkujî berdewamin û hûn çiqas tekoşîn bikin emê ew qas we bikujin. Lê bila herkes baş bizane ku nikarin bi avan kiriyaran bigêjin aramancên xwe yên qirêj û dawî li berxwesanê bînin."
Xanim Rehîm da zanîn ku ew li benda darizandin û cezakirina qatilên komkujiya Parîsê bûn, niha jî komkujiyek din hat jiyandin. Xanim bang li hemû gelê Kurd kir ku rabin serpiyan li hemberî van kiriyaran û wiha berdewam kir: "Ji herdemê zêtir niha pêwîstiya bakûr bi piştîvaniyê heye ji bo wê em bang li hemû rêxistin û bi taybet jinan dikim ku bi her awayî dengê xwe bigihînin berxwedana Bakurê Kurdistanê. Wek Rêxistina Asûde em dewleta tirk şermezar dikin û banga hişiyariyê li qada navnetewî dikin."
'Bêdengî hevkariya kujeran kirine'
Endama Rêveberiya Rêxistina Jinên Azad ( RJAK) ya bajêrê Hewlêrê Ciwan Rehîm jî bilêv kir ku ew wek RJAK vê kiriyara na mironane bi tundî şermezar dikin û wiha domand: "Tu cûdahî nîne dinavbera komkujiya Parîs û Silopiya de. Ji ber her du jî bi pilanên dewletê hatine meşandin. Ev ne tiştek tesadufe û berê hatiye pilan kirin." Ciwan da zanîn ku tu cudahî nîne dinavbera vankesên komkujî pêktinin û kesên li hember van kiriyaran bêdeng dibin, çûnkî bêdengiya raya giştî bu sedama van komkujiyan.
'Hîna birînên Parisê nehatine pêçan vêcarê Silopiya'
Helbestvan Kejal Nurî jî komkujiya Silopiyê şermezar kir û got: "Êdî gotin û peyv bê wate bûne li hember komkujkiyên dewleta tirk li ser gelê Kurd û bêdengiya welatên herêmê. Hîn birînên Parîsê derman nebûne cark din li slopiya di kesatiya jinan de gelê Kurd hate qetil kirin. Ev jî helbet tiştek tesaduf nîne."
Kejal sedema van komkujiyan jî wiha ragihand: "Dewleta tirk her dema bixwaze komkujiyan pêk tîne. Çûnkî tu kes hesabê wê na pirse. Hêzên herêmê ji bo Kurdan têkilî û berjewendiyên xwe bi Tirkiyê xirab nakin. Di demek em bendêne rêxistinên mafê mirovan hesabê komkujiya Parîs ji Tirkiyê bi pirsin qetilkirina 3 jinên din sinirên mrovahî, civakî, exlaqî bin pê kirin û şermek mezine eger bersiva wan neyê dayîn."
(zt)