Xebatkarên tendurîstî ên nekarîn bikevin Sûrê 14 rojin di nobetê dene

09:05

JINHA

AMED - Endamên TTB û SES'ê li dijî qedexeya derketina kolanan û astengkirina kedkarên tendûristiyê yê dermankirina welatiyên birîndar nobeta ku dane despêkirin di roja 14'an de didome. Hevseroka Şaxa SES'ê yê Amedê Selma Atabay yê ku ji roja despêk tevlî çalakiya nobetê bûye wiha got, "Polîsên dewletê û leşker wê gel qetil bikin û dixwazin em li hember vê bêdeng bibin."

Xedexe û dorpêça ser navçeya Sûrê yê Amedê di roja 36 rojan de berdewam dike. Endamên TTB û SES'ê li hember qedexeyên derketina kolanan yê li Kurdistanê û astengkirina kedkarên tendûristiyê yê dermankirina welatiyên birîndar, bi dirûşma "Li hember mirinê jiyan, hember reş spî û aştî" nobeta ku dane despêkirin di roja 14. de berdewam dike. Tenduristvanên ku cihê xwe di çalakiya li ber Şaredariya Bajarê Mezin yê Amedê gotin, "Heya dorpêç û qedexe radibin em ê çalakiya nobetê bidomînin."

'Li hember xebatkarên tenduristiyê êrîşek mezin heye'

Hevseroka Şaxa SES'ê yê Amedê Selma Atabay balkişand ser êrîşên hembe xebatkarên tenduristiyê û wiha got, "Li qadên ku şer diqewimin, hember xebatkarê tenduristiyê jî êrîşên cidî pêk tê. Belê li holê hewira şer heye, nasnameyê tenduristvanan heye, li kur birîndarî hembe erkê wane bêy ku ferq û cudahî bixin navbera nasname, ziman û çand divê mudaxele bike. Lê li navçeyên ku dorpêç lê heyî xebatkarên tenduristiyê tên gulebaran kirin. Xebatkarên tenduristiyê ji karê wan tên astengkirin û qetilkirin."

'Destûr nadin em xizmeta gel bikin'

Selma destnîşan kir ku bi hêzên dewletê li Kurdistanê sivîl tên qetilkirin û wiha pêde çû, "Polîsên dewletê û leşker wê gel qetil bikin û dixwazin em li hember vê bêdeng bibin. Dema ku polîs û leşker birîndar dibin nexweşxane ji gel re digrin. Em bûn şahîdê gelek bûyerên wiha. Dewlet gule û çekên dervî zagonî bikartîne. Hêzên dewletê hemû xizmet ji xwere rewa dibînin lê belê dema ku mijar dibe gel asteng dikin. Destûr nadin ku em gel derman bikin."

'Weliyê Amedê destûr nade em bikevin Sûrê'

Selma da zanîn ku ew wek xebatkarên tenduristiyê xwastine bikevin navçeyê Sûrê û wiha berdewam kir, "Li Sûrê gelek nexweş û birîndar hene, divê em bi lezgînî mudaxele bikin. Weliyê Amedê destûr nade em bikevin Sûrê. Em jî li hember van astengiyan me dest bi çalakiya nobetê kiriye. Em dixwazin bi rayê giştî bidin hesandin, ji ber ku li vir şerek mezin heye. Em hewldidin Navendek Giştî ya Navnetewî avabikin. Em hewldidin tundî û astengiyên tên kirin bikin rapor û radestî sendîkayên navnetewî bikin. Em hêvî dikin ku encamek bide. Dibe ku bi komek biçûk em nekaribin dawî li şer bînin lê belê em hewldidin hişyariya civakê qezenç bikin."

(rc)