Jinên Elewî: Ji qirkirinê zêdetir a herî erjeng bêdengiye

10:13

JINHA

STENBOL - Gireva birçîbûnê ya endamên Komeleya Elewiyên Demokratik (DAD) ji bo rawestandina êrîşên ser Kurdistanê dayîn despêkirin berdewam dike. Jinên ku li Tuzlayê ketine gireva birçîbûnê diyarkirin ku heya dorpêça ser bajaran berdewam bike ewê gireva xwe ya birçîbûnê berdewam bikin û gotin: "Ji qirkirinan zêdetir a herî erjeng bêdengiye. Divê ev bêdengî bê şikandin."

Li Kurdistanê dibin dorpêçê de di êrîşên hêzên dewletê de zarok, kal û pîr jî di navê de qetilkirina sivîlan berdewam dike. Li hemberî êrîşan despêkê elewiyan deng dan û dest bi çalakiya gireva birçîbûnê kirin. Di gireva birçîbûnê ya 9 rojan berdewam dike de jin pêşengiyê dikin. Jinên li Şaxa Komeleya Elewiyên Demokratîk (DAD) a Tuzluyê di gireva birçîbûnê de sedem û wateya ketina gireva birçîbûnê vegotin.

'Heya em hemû nebin yek tiştek ji ber xwe de çênabe'

Ji jinên pêşengiya gireva birçîbûnê dikin endama DAD yê Husna Kilifli wiha axivî: "Ger heft, heşt rojan cenaze li erdê dimînin, dê çawan wijdanê me rehet be. Em çawan bisekinin, em çawan nebin dengê qêrîna wan. Em çawan alîkariyê nedin wan dayîkan. Emê çima di hindirê malê de bisekinin. Herî kêm emê dengê xwe bigihînin wan. Ger emê di hindir de bimirin, emê derkevin kolanan û dengê xwe bidin bihîstin. Êdî bese em aştiyê dixwazin. Her dem bi hişmendiya ev elewiye, suniye, kurde, tirke em ji hev cuda kirine, heya em hemû nebin yek emê nikarin tiştek bidest bixin."

'Bi bêdengiyê em naxwazin çiyê xwe winda bikin'

Sumbûl Betir jî pirsa "Ev zilm çiye?" kir û got: "Li ti devera cîhanê nehatiye dîtin ku cenaze bi rojan li erdê bimîne. Li Kurdistanê jin li ser sifrê tên qetilkirin, bebek di zigê dayîka xwe de, zarok li ser rêyan, ciwan di buhara temenê xwe de, li vê derê ya em lê baldarbin di her gotinên em di xebitînin de tinekirin heye. Ji tiştên tên jiyankirin zêdetir ev bêdengiya civakê erjenge. Mînak êvaran meş çêdibin, çima 20 kes tevlîdibin, çima bi hezaran tevlînabin. Em di vê mijarê de pir bihêrsin, xemgînin û em vê rewşa bêdengiyê şermezar dikin. Ez tiştekê nabêjim dewleta T.C ê. Ji ber divê em tişetê ji dewletek faşîst hêvî nekin. Ji xwe ewê me bi perçiqîne û derbas bibe. Lê çima em dest nadin destê hev. Derdê me emin, em çima dest nadin hev. Ev kerbûn û bêdengiya me çiye. Em naxwazin çiyê xwe winda bikin?"

'Her kesên bêdeng dibin hevkarê gunehê şere'

Hevseroka Şaxa DAD a Tuzla yê Fazile Ersever jî wiha axivî: "Niha li Kurdistanê şerek heye. Li wê gelek bê parastin û masum heye, ew gel bi xwînxwarî tê qetilkirin. Lê em li meterpolan ji bo wan çî dikin? Li nava kolanan jin, zarok, ciwan, kal û pîr ji aliyê sekvanên dewletê ve hedef tên girtin û tên qetilkirin. Bedena zarokên biçuk di bozdolabiyan de li benda definkirinê ne. Bedenên jinan ên bêcan li kolananin. Di destê van mirovan de parastina cewherî tenê heye. Bi parastina cewherî hewildidin dawî li van qirkirinan bînin. Divê em jin li hev kom bibin û xwe bi rêxistin bikin. Divê em ji qirkirinên ku jinan di hindirê mala wan de qetildikin re bêjin bese. Ger em ji wan qirkirinan re nebêjin bese me dît Dilek Dogan çawan qetilkirin. Dê bi vî halî faşîzim me hemûyan bigire. Divê hîna dereng nebûyî em têkevin nava tevgerê."

Em ji bo zarokên xwe bi gumanin

Deniz Guneş jî destnîşan kir ku ew ji encamên şer gelek bi gumanin û wiha berdewam kir: "Li hember êrîşên qirkirina nijadî gelê Kurdistanê ne bitenê ye. Emê wan tenê nehêlin. Em dema ketin sala nû me şahiyek jî nekir. Ji ber ji hindirê me nehat. Min bi hêviya ji bo gelê Kurdistanê hatina aştiyê mum vêxistin. Em dixwazin her kes dengê me bibihîsin."

Peyama jinên di gireva birçîbûnê de:

Husna: Em şer û qirkirinan naxwazin, em aştiyê dixwezin. Aşiti, aşiti, aşiti.

Fazile: Em dayîkin zarokên me qetildikin, hindirê me dişewite. Bila ne jin, ne zarok û ne jî tikes neyên qetilkirin. Canê xuda dayî, bila ew bibe. Lê wiha nîne bi navê tu kurdê, elewiyê, êzidiyê tên qetilkirin. Em hemû mirovan yek dibînin.

Deniz: Ez aştiyê dixwazim. Bila kes nekujin û neyên kuştin.

(zt)