Rojnameger Nedîm Oruç ê ku li Silopiya binçav kirin girtin
10:15
JINHA
ŞIRNEX - Nûçegîhanê DÎHA yê Nedîm Oruç ê ku rastî îşkenceyê hatibû û ji aliyê hêzên dewletê ve hatibû revandin li dadgehê bi îddiaya ku "propagandaya rêxistinê kiriye" hate girtin.
Nûçegîhanê Ajansa Nûçeyan a Dîcle (DÎHA) yê Nedîm Oruç ê ku li Taxa Şehît Harun li gel şêniyên taxê bi zora çekan a hêzên dewletê ji mal hate derxistin û ew birin Salona Sporê ya Taxa Yenîşehîrê, rastî îşkenceyê hatibû û ji aliyê hêzên dewletê ve hatibû revandin. Emniyeta Silopiyê bi saetan binçavkirina Nedîm qebûl nekiribû û piştî hewldanan neçar mabû ku binçavkirina wî qebûl bike. Nedîm, di saetên êvarê de birin dozgeriyê. Piştî îfadeya li dozgeriyê Nedîm bi îddiaya "propagandaya rêxistinê kiriye" bi daxwaza girtinê sewqî dadgehê hate kirin. Nedîm li dadgehê bi heman hincetê hate girtin û hate zanîn ku Nedîm şandin Girtîgeha Tîpa T ya Şirnexê.
(zt)