Ji Pakize û Sêvê berxwedanek, serhildêriyek toqek û xezêmek ma...

10:24

JINHA

ŞIRNEX - Ji Pakize û Sêvê yên 24 roj berxwedana Silopiya bi serhildêriya xwe bi dinyayê didan bihîstin bi diruşma "Ger Botan qazanc bike mirovahî qazanc dike" di hişan de navê xwe kolane temenek bi romet jiyan kirinê, xizêm û toqek maye.

Her kesê Pakize Nayir bi berxwedana wê ya 24 rojan naskir. Yên Hevseroka Meclisa Gel a Silopiyayê Pakize Nayir nasnekin nebû. Ji Pakize ya 26 saliya di roja 21'an a berxwedana rêveberiyên cehwerî de li gel 3 hevalên xwe hat qetilkirin gotinên wê yên bûne malê dîrokê û tekoşîna wê ya mezin ma. Ji roja despêkê heya hat qetilkirin Pakize ji bo dengê gel bide bihîstin bi telefonê tevlî gelek weşanên ragihandinê bûyî digot: "Ger Botan qazanc bike mirovahî qazanc dike." Di rojên herî bi hovane êrîşî Silopiyayê dikin de Pokize bi gotina "Emê nekevin" qêrdikir. Ji Pakize ji bo pêşerojê temenek bi romet, xezêmek û toqek meye. Xezêm û toqa Pakize li ber Nexweşxana Dewletê ya Şirnexê teslîmî xizmên wê kirin.

Endama Rêveberiya Desteya KJA yê û Endama PM ya DBP'ê Sêvê Demir ya bi Pakize re li gel 3 hevalên xwe li Silopiyayê hatî qetilkirin bi gotina "Şoreşger divê ne li paş û ne jî li pêş li nik gelê xwe cîh bigire" jiyanek watedar jiyan kiriye. Sêvê ji gireva birçîbûnê ya girtîgehê heya berxwedana zimanê dayîkê di 41 sal temenê xwe de li her qada tekoşîna tevgera jinê û gelê kurd de cihê xwe girt. Sêvê bi kenê xwe yê berxwedêr ji bo tangan meyîdan dixwend û di got: "Hêviya me bilinde, ev berxwedan dê bigihe serketinê. Lê dema ku ez şehîd kevim min bibin li Zozanên Faraşînê bispêrin axê. Berxwedan jiyane." Ji Sêvê wateya gotina "Berxwedan jiyane" û ji porê wê yê xudawendan toqek ma.

Xezêm û toqa Sêvê û Pakize li ber Nexweşxana Dewletê ya Şirnexê teslîmî xizmên wê kirin.

(zt)