Ji bo jinên Serhatê tehlûkeyê herî mezin tendûra bin erde
11:02
Medya Cebe/JINHA
WAN - Tendûrê bin erd yê ku li herêma Serhatê wek çandeke, ligel tehlûkeya şewatê jin cardin nanê xwe dibrêjin. Ji ber tendûrê her sal li herêmê bi dehan jin dema ku nan dibrêjin dikevin tendûrê û ji şewitê birîndar dibin ango jiyana xwe ji dest didin. Jin bi çi zehmetî wî nanî tîne ser sofrê ji aliyê mêr ve pir zêde nayê zanîn, lê divê li hember tehlûkeya tendûrê ji bo jinan tedbîr werin wergirtin.
Li ser erdnîgariya Kurdistanê li gorî herêm û bajar çand û pêdiviyê jiyanê ji hev tên guhertin. Li Botanê çanda çêkirina tendûrê ser erde li erdnîgariya Serhatê di bin erdê de li gorî şert û mercên demsalê û jiyanê tê guhertin. Nanê tendûrê yên ku bi destê jin tê çêkirin ji aliyê malbatê ve bi îştîhayek mezin tê xwarin lê mêr meraq nake ev nan di kîşan marcan de tê çêkirin. Tendûrê herêma Serhatê yên bin erd dibe sedema ku di nava salek de bi dehan jin dema ku nan dibrêjin dikevin tendûrê û jiyana xwe ji dest didin. Jinên ku rûniştî nan çêdikin, ji bo nan bi tendûrê ve bike û bibrêje heya nîva bedena xwe neçar dimîne têkeve tendûrê. Di çêkirina her nanek de jin jiyana xwe davêjin tehlûkê.
'Di hûndirê tendûrê de qîrdikir'
Fatma Duman (56) berî mehek dema ku nan çêdikir, ser hişê xwe çû û ket hûndirê tendûrê. Fatma da zanîn ku ew bi destê xwe hewldaye ji nava agirê tendûrê derê û bi qîrkirinê alîkarî xwestiye û wiha got, "Tendûrên herêmê her rojek diçe hîn bi tehlûketir dibe. Divê ji bo tendûran çareseriyek bê dîtin. Jinên herî jîr jî dema ku nan çêdikin dikevin tendûrê û dişewitin." Fatma da zanîn ku ew ji dayîka xwe hînê nan çêkirinê bûye û got berî ku bizewice ew di nava şert û mercên gund de nan çêkiriye.
'Li her qadê xemsar nêzî jinan dibin'
Fatma da zanîn ku li nexweşxanê milê wê du car hatî ameliyet kirin û got dermankirina şewatên cidî demek dirêj dixwaze. Fatma destnîşan kir ku li her qadê xemsar nêzî jinan dibin û wiha pêde çû, "Ji bo ku milê min rastbibe perçeyek têl xistine milê min. Niha hindek baştir bûme. Hem li nexweşxanê û hem jî li tevahî qadên jiyanê bê xem nêzî jinan dibin. Divê ev pirsgirêk bê çareserkirin. Îro ez ketim tendûrê sibê yek din. Temenê min mezinbûye lê neçar dimînin nan çêkim. Em dixwazin bi destê xwe nan û xwarinê xwe çêkin lê belê heya ku ev çanda tendûrê jî hebe jin wê di nava ewlehyê de nejîn. Divê tendûr ser rûyê erdê bên çêkirin."
'Jinên kurd kedkarin'
Cîranê Fatma Gûlcan Kurt diyar kir ku jinên kurd bi sedansalaye nan bi destê xwe dibrêjin. Gûlcan da zanîn ku hinek malbat ji ber pirsgirêkek aborî neçar dimînin nanê xwe bi xwe çêkin û wiha domand, "Ji ber hin malbat hêjmarê wan mezine û nikare nan bistînin, neçar dimînin nanê xwe bi xwe çêkin û wiha pêşî li pirsgirêka aboriyê digrin. Li aliyê din bingeha xwe ji kedkariya jina kurd digre. Jiyana xwezayî û ekolojîk bi destê jinan weke çandekî heya roja îro tê jiyandin."
'Tendûr ziyanî dighîne jinan'
Gûlcan da zanîn ku tendûrên herêma Serhatê dibe sedemê mirina zarok û jinan û wiha got, "Tendûr çanda herêmê nîşandike lê belê ziyan dide. Jin ji bo çêkirina nan jiyana xwe dixe tehlûkê. Em nabêjin bila çanda tendûrê bê rakirin tenê bila tendûrên bi ewle bên çêkirin ku jin bi rihetî nanê xwe çêkin." Gûlcan destnîşan kir ku nan û xwarina ku ji aliyê jin ve tên çêkirin ne xema mêrane û wiha got, "Heya roja îro me nebihîstiye mêr di tendûrê de şewitîne. Jin ji bo aboriya malê dikeve hewldanên mezin lê mêr tehlûkeya ku jin dijî ferq nake."Gûlcan di dawiyê de diyar kir ku dayîka wê her roj nanê tendûrê çêdike û wiha got, "Li şûna ku dayîka min her roj bi tirs biçe ser tendûrê hima bila nan çêneke çêtire. Ez ewlehiya dayîka xwe difikirim, ji ber vê ez ê tendûra bin erd hilweşînim û yek nû ser erdê çêkim."
(rc)