Xwîna Bîşeng hîna li ser kirasê dayîka wê sor dike
11:16
JINHA
ŞIRNEX - Dayika Bişeng Goran a ku duh ji aliyê hêzên dewletê ve hate qetilkirin, Saliha Goran bi kincên xwe yên bi xwîna keça xwe ve sor bûyî li ber Nexweşxaneya Dewletê ya Şirnexê feryad û fîgan kir. Dayika Saliha behsa şeva dawî ya bi Bişengê re kir û got "Bi şev taxê topbaran kirin. Em 30-40 kes li taxê mabûn. Hinek kartol hebû me keland û bi zarokan re xwar. Bişeng jî bi telefonê wêneyên me kişand. Lê wêneyê xwe neda kişandin."
Li navçeya Cizîrê ya Şirnexê ku êrîşên tevkujiyê bênavber didome, duh li Taxa Cudiyê zaroka bi navê Bişeng Goran (12) dema bi malbata xwe re hewl dida ku ji taxê derkeve ji aliyê tîmên taybet ve hate qetilkirin. Dayika Bişeng, Salîha Goran bi kincên xwe yên ku bi xwîna keça wê sor bibû li Nexweşxaneya Dewletê ya Şirnexê kir feryad û fîgan.
'Ji ber topbaranê em neçar man ku ji taxê derkevin'
Dayika Salîha diyar kir ku ji ber topbarana giran ew neçar mane ku tevî 30 kesan ji taxê derkevin û wiha axivî: "Bişeng hema li pey min dihat. Ev çenta di destê min de jî di destên wê de bû. Ev keça min jî li herî pêş bû. Min carekê pirs kir ku keça min Bişeng li ku derê ye. Ez vegeriyam û min dît ku Bişeng li erdê ye."
'Şeva dawî me bi hev re kartolan xwar'
Dayika Salîha da zanîn ku şeva borî li malê kartol kelandine û bi Bişeng re xwarine. Dayika Salîha got Bişeng jî wêneyên wan kişandine û şeva dawî ku bi keça xwe re derbas kir wiha anî ziman: "Bi şev taxê topbaran kirin. Em 30-40 kes li taxê mabûn. Hinek kartol hebû me keland û bi zarokan re xwar. Bişeng jî bi telefonê wêneyên me kişand. Lê wêneyê xwe neda kişandin."
'Ji ser Gira Mamela suîkast kirin'
Dayika Salîha got ku gule li serê Bişeng ketiye û wiha berdewam kir: "Ji ser girê suîkast kirin. Em dibêjin Girê Mamela. Ji wir gule reşandin. Gule li serê wê ketibû. Ey xwedê, ez wan kesan hewaleyê te dikim. Ez dikarim çi bêjim wekî din. Zarok bû, seqet bû. Ey Xweda ez ji te re deng dikim: Yên ku kezeba vê dayikê şewitandin tu jî kezeba wan bişewitîne."
(rc)