Jinên entarnasyonalist ên Kobanê Sakine Cansiz vegotin

11:45

JINHA

KOBANÊ - Revama ya ji Îsveç ya û Lila ya Kanadali yên ku tevlî YPJ'ê bûne û li Kobanê hember çetenên DAIŞ'ê şer dikin Sakine Cansiz vegotin û diyar kirin ku ew gelek ji sekin, jiyan, berxwedan û tekoşîna wê ya ji bo jinan bandor bûne.

Berxwedana li hemberî çeteyên DAIŞ'ê bi pêşengiya jinan hatî pêşxistin ji bo hemû cîhanê û tayîbetî jî jinan bûye çavkaniya hêviyê. Niha jin li aliyekê li hember çeteyan şer dikin, li aliyê dinê jî jiyanê ji nû ve ava dikin. Ji bo dîtina berxwedana Kobanê ya ku ji bo hemû cîhanê heyraniyek hêlayî ji gelek deverên cîhanê hem heyetên ziyaretkirinê hatin û hem jî berxwedêrên beşdarî berxwedanê bibin hatin. Ji van jî Revana ya ji Îsveç ê û Lila ya ji Kanadayê hatine. Revana û Lila yên ku nêzî 4 mehane hatine beşdarî nava refên YPJ'ê bûne. Me ji Revana û Lila qitilkirina sê siyasetmendarên jinên kurd Sakine Cansiz, Fidan Dogan û Leyla Şaylemez yên di 9'ê Çileya sala 2013'an de li Parîsê hatine qetilkirin û bandora berxwedana wan pirsî.

'Min gelek dixwest ez heval Sara nasbikim'

Revana ya YPJ yî ku di Nexweşxana Kobanê de dixebite diyar kir ku Sakine Cansiz di raya giştî de dihat nasîn û ji bo mirovan çavkaniya îlhamê bûye. Revana bilêv kir ku sedemek sereke yê hatina wê ya Kobanê ji ber qetilkirina jinan bûye û wiha domand: "Li vêderê çî dibe min xwest bibînim û ji wan dersê bigirim. Piştî ku heval Sara, Fidan û Ronahî li Parisê hatin qetilkirin, berpirsên dewletê ti lêkolîn nedan despêkirin. Li her devera cîhanê gel û siyasetmendaran ev şermezar kirin. Ji bo ronîkirina qirkirinê divê hemû cîhan tindiyê ser Fransa bike. Bi rastî heval Sara kesayetek a min dixwest wê nasbikim bû. Lê mixabin derfeta dîtina wê çênebû."

'Ji wê gelek tiştên em hîn bibin hene'

Revana anî ziman ku Sakine Cansiz ergala deshilatiya mêran rexne dikir û wiha berdewam kir: "Ev di nava partiya xwe de jî dikir. Ew mirovek dirist bû. Gelek tiştên em ji heval Sara hîn bibin hene. Ger em dixwazin ber bi pêş biçin divê em rexne û rexnedanê têxin jiyana xwe. Ez li vêderê dixwazim gazî hemû jinên cîhanê bikim. Hemû werin beşdarî YPJ'ê bibin, jinên ku nikarin bên jî bila li deverên lê ne xwe bi rêxistin bikin. Divê hemû cîhan bizane kurd çî dikin û çî dijîn. Divê berxwedana jinên kurd û tindiya li ser wan bê nasîn. Dikarin ser meqaleyan binivîsin û çalakiyan bikin. Ev modelek a konfederalîzma demokratîk li hemberî dewleta netewe."

'Ji bo hemû jinên cîhanê tekoşîn kir'

Lila Rojava ya ku ji Kanadayê hatî Kobanê beşdarî YPJ'ê bûyî jî li qada tenduristiyê xebatê dimeşîne. Lila da zanîn ku ew di aliyê tenduristiyê de alîkariya YPG/YPJ'ê dikin û wiha axivî: "Heval Sara yek ji şehîdên me yên di 9'ê Çile de li Parisê hat qetilkirin. Heval Sara ne tenê ji bo jinên kurd, ji bo hemû jinên cîhanê tekoşîn da. Ew jinek mucîze bû. Heval Sara yek ji pêşenga PKK'ê bû. Heval Sara xwediyê kesayetek ku hemû jinên cîhanê ji bo wê heyîran dimînin. Min aliyê wê yê tekoşînê heya niha di tu kesê de nedîtiye. Sara hemû astengî derbasdikir, xwediyê seknek serhildêrbû."

'Divê qatîl bê ceza nemînin'

Lila bang li hikumeta Fransa kir û got, "Divê demek ji yadin zutir hun faîlên qirkirinê derxînin holê. Xwe li nezanînê danîn û hewildanên veşartina qirkirinê nayê pejirandin. Divê kî berpirsê qetilkirina sê jinên şoreşgerin derkevin holê. Divê hemû cîhan vêderê bibînin. Jiyana li vêderê tê jiyankirin ne tenê ji bo mirovên vê derêye, ji bo hemû mirovên cîhanê ye. Modela jiyana demokratîk a li Kobanê tê avakirin ji bo hemû cîhanê giringe."

'Em li peyî Rêberê xwe Serok Apo ne'

Lila destnîşan kir ku li gelek deverên cîhanê tekoşîna jinan berdewam dike û wiha dom kir: "Divê hemû rêxistinên feministên cîhanê li vêderê çî dibe bizanin û bên binêrin û hînî tekoşîna jinan a li vêderê tê dayîn bibin. Ez bang li jinan dikim bên Rojava û Kurdistanê bibînin. Li Rojava vîn û berxwedanek gelek mezin heye. Em li peyî Rêberê xwe Serok Apo ne. Di serî de ji bo gelê kurd û hemû gelên cîhanê tekoşînek gelem mezin daye û hîna jî berdewam dike. Divê em tekoşîna Rêberê xwe berdewam bikin."

(zt)