Malbatê hersê jinan: Heya ku 2 cenaze li erdê bin em ê cenazeyê xwe negrin

11:57

JINHA

ŞIRNEX - Malbatên Endama Meclîsa Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) Sêvê Demîr, Hevseroka Meclîsa Silopiyê Pakîze Nayir û endama KJA'yê Fatma Uyar ên ku li Silopiyê hatin qetilkirin diyar kirin ku heya cenazeyê 2 ciwanên ku li Taxa Dîcleyê jî radestî wan nekin ew ê cenazeyê xwe hilnedin.

Li Şirnexê parlementer, endamên KJA'ê bi hezaran kes û malbatê sê jinên şoreşger, Endama Meclîsa Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) Sêvê Demîr, Hevseroka Meclîsa Silopiyê Pakîze Nayir û endama KJA'yê Fatma Uyar ên ku li Silopiyê ewil hatin birîndar kirin û pişt re hatin înfaz kirin, oxir bikin li ber Nexweşxanaye Dewletê ya Şirnexê kom bûn. Malbatên Sêvê, Pakîze û Fatma bertek nîşanî nedayîna cenazeyê 2 ciwanên ku li taxa Dîcleyê ji hatine qetilkirin û li morgê tê rawestandin da û diyar kirin ku ew heya cenazeyê 2 ciwanan jî nestînin ew ê cenazeyên xwe jî negrin. Malbatan gotin, "Heya ku ew canaze neyên dayîn em ê cenazeyên xwe defin nekin."

Nasnameyê welatiyê ku li Taxa Dîcleyê hatî qetilkirin ligel ku sê roj borîn hîna zelal nebûye û cenazeyê wî 3 rojin li Midûriyeta Ormanê li erdê tê rawestandin.

(rc)