Li Cizîrê di topbaranê de gelek welatî birîndarbûn
12:19
JINHA
ŞIRNEX - Li Taxa Nur a Cizîrê di navê de zarok jî heyî mala ku nêzî 30 welatî têdene hedef hat girtin û tê topbaran kirin. Di êrîşê de jina bi navê Husniye Bagdur birîndar bû. Hat zanîn ku di malê de gelek birîndar hene.
Li Cizîrê dorpêç û êrîş di roja 25'an de berdewam dike. Ji duh heya niha Taxa Nur bi topan tê top baran kirin. Mala di navê de zarok jî heyî nêzî 30 welatiyan dimîne bûye hedefa topan. Di topbaranê de jinên bi navê Husniye bagdur, Hezni Tekin û Tabia Dadak birîndar bûn. Hat zanîn ku rewşa Husniye girane û gelek birîndarên dinê hene. Ji ber ku ser heman malê topbaran berdewame welatî nikarin birîndaran ji nava malê derxînin û mudaxeleya wan bikin.
(ma-at-ab/zt)