Greva birçîbunê a malbatan di roja 6'an dene
12:50
JINHA
AMED - Gireva birçîbûn a malbatan di roja 6'an de berdewam dike.
Ji bo girtina cenazeyên Îsa Oran û Mesut Seviktek nê di 23 yê kanûnê de û yê Ramazan Ogut ê di 30'ê kanûnê de li navçeya Sura Amedê hatin qetilkirin malbatên wan dest bi gireva birçîbûnê kirin. Bavê İsa Oran Mehmet Oran û dayîka wî Zahide Oran birayê Mesut İhsan Seviktek, xwişka wî Guler Seviktek, meta Ramazan Ogut Zara Baran, Bavê wî Mithat Ogut li Şaxa ÎHD'a Amedê dest bi gireva birçîbûnê kirine. Gireva birçîbûnê ya maltaban di roja 6'an de berdewam dike. Malbat dibêjin; "Heya em cenazê zarokên xwe negirin emê gireva xwe ya birçîbûnê berdewam bikin."
(dt/zt)