Li Colemêrgê KJA'yê komkujiya Silopiya şermezar kir

12:59

JINHA

COLEMÊRG - Bi pêşengiya KJA yê jinên Colemêrgê bi daxuyaniyekê qetilkirina sê jinên siyasetmendarên kurd Sêvê Demir, Pakize Nayir û Fatma Uyar şermezar kirin.

Li Silopiya qedexeya derketina kolanan û êrîş di roja 25'an de berdewam dike. Di roja 21'an a berxwedanê de sê jinên siyasetmendarên kurd Endama Desteya Rêveberiya Kongreya Jinên Azad (KJA) yê û Endama Meclisa Partiya DBP'ê Sêvê Demir, Hevseroka Meclisa Gel a Silopiyayê Pakize Nayir û Endama KJA yê Fatma Uyanr hedef hatin girtin û hatin qetilkirin. Bi pêşengiya KJA yê jinên Colemêrgê bi daxuyaniyekê komkujî şermezar kirin. Di daxuyaniya li ber avahiya rêxistina HDP'ê hat dayîn de jinan pankartên weke "Em ne xemgînin, li hember faşîzmê di berxwedanê denin" rakirin. Daxuyanî ji aliyê endama CODER'ê Guneş Okçu ve hat xwendin.

(zyd/zt)