'Heta em 2 cenazeyên din negrin em ê cenazeyê xwe jî nebin'
13:36
JINHA
ŞIRNEX - Malbatên 3 jinên siyasetmedar ên kurd daxuyandin ku heta cenazeyên 2 kesên 3 roj berî niha hatine qetilkirin li erdê bin û êrîşên dewletê bidomin, ew cenazeyên xwe nagirin.
Malbatên Endama Meclîsa Partiyê ya DBP'ê Sêvê Demîr, aktîvîsta KJA'yê Fatma Uyar û Hevseroka Meclisa Gel a Silopiyê Pakîze Nayir, têkildarî biryara negirtina cenazeyan daxuyanî dan. Parlementerên HDP'ê Nursel Aydogan, Leyla Bîrlîk, Îbrahîm Ayhan û Adem Geverî, Hevberdevka HDK'ê Sebahat Tuncel, Berdevka KJA'yê Ayla Akat Ata û gelek kes tevlî daxuyaniya li ber Nexweşxaneya Dewletê ya Şirnexê bûn. Malbatan bi bîrxist ku 3 roj berê, 2 hemwelatî li Taxa Dîcleyê hatin qetilkirin û cenazeyên wan hêj li erdê ne. Malbatan diyar kirin ku heta destûra girtina wan her du cenazeyan neyê dayîn, dê cenazeyên xwe negirin.
'Bila canê me jî feda be'
Birê Fatma Uyar ê bi navê Mesut Uyar diyar kir ku cenazeyên 2 kurdan ev 3 roj in li erdê ne û wiha got: "Li Sûr, Silopî û Cizîrê gelek kes hatin qetilkirin. Dorpêç heye. Kesên li van deran hatine qetilkirin tev xwişk û birayên min in. Em 5 xwîşk û bira ne û bila canê me teva di vê riyê de feda be. Em tu carî dest ji têkoşîna xwe bernadin."
'Wijdana me destûr nade'
Kurmamê Sêvê Demîr, Mehmet Şakîr Demir jî bi bîr xist ku kes nikare cenazeyê li cihê bixwaze defin bike. Mehmet wiha axivî: "Em hatin vir ji bo girtina cenazeyê xwe. Lê piştî me rewşa li vir dît, wijdana me destûr nade ku em cenazeyên xwe bigirin. Cenazeyê keçikek 12 salî anîn vir. Ew jî nikarin cenazeyê li cihê dixwazin, defin bikin. Heta destûr nedin, em cenazeyên xwe nagirin."
Mamê Pakîze Nayir, Celalettîn Nayir jî derbirî ku çek di destê Pakîze û hevalên wê de tune bûye û wiha domand: "Ew siyasetmedar in. Lê hatin qetilkiin. Bila serê gelê me sax be."
(rc)