KJA: Emê çalakiyên xwe li qadan berdewam bikin

15:05

JINHA

AMED - Ser daxuyaniya malbatên 3 jinên siyasetmendarên kurd ên li Silopiya hatine qetilkirin a heya cenazeyên dinê yên li erdê neyê girtin emê jî cenazeyên xwe negirin bernama KJA yê jî hat guhertin. Endama Koordinasyona KJA yê Perguzar Kaygisiz got: "Em jî weke KJA li piş biriyara malbatanin" û bang li hemû jinan kir ku beşdarî meşa 9'ê Çile bibin.

Di 4'ê Çileyê de Endama Desteya Rêveberiya Kongreya Jinên Azad (KJA) yê û Endama Meclisa Partiya DBP'ê Sêvê Demir, Hevseroka Meclisa Gel a Silopiyayê Pakize Nayir û Endama KJA yê Fatma Uyanr li Silopiya hedef hatin girtin û hatin qetilkirin. Malbatan diyar kirin ku heya cenazeyên li Cizîr û Silopiya neyên definkirin û dorpêç neyê rakirin ewê cenazeyan negirin. Piştî daxuyaniya malbatan KJA yê jî girêdayî mijarê civîna çapemeniyê hat girtin. Di civîna çapemeniyê ya di avahiya KJA yê de hatî dayîn Endama Koordinasyona KJA yê Perguzar Kaygisiz, Hevseroka Giştiya DBP'ê Emine Ayna û endama Koordinasyonê ya ku di nava Heyeta Îmralî de cîh digire Ceylan Bagriyanik amadebûn. Perguzar diyar kir ku li gorî biriyara malbatan bernama çalakiyên wan jî hat guhertin.

'Emê çalakiyên xwe di nava kolanan de berdewam bikin'

Perguzar da zanîn ku li Şirnex, Cizîr û Silopiyayê ser 50 cenazeyan re hene nedefinkirî, heya ew hemû cenaze neyên definkirin û dorpêç neyê rakirin dê malbat cenazeyên xwe negirin û got: "Em jî weke KJA li peyî biriyara malbatanin. Heya cenaze neyê definkirin me jî merasîma cenazeya ji bo her 3 hevalên xwe betal kiriye. Em qetilkirina 3 jinan berdewama qirkirina Parisê dibînin. Emê di roja 9'ê Çile de weke KJA dakevin qadan. Em heya rakirina dorpêçan çalakiyên xwe berdewam bikin. Emê roja 9'ê Çile di saet 11.00'an de ji Meydana Batikentê heya Meydana Îstasyonê bimeşin. Paşê jî emê malbatên di gireva birçîbûnê dene ziyaret bikin."

(zt)