Ji Nisêbîn û Silopiya agahiya 2 mirinên dinê hat

15:52

JINHA

MÊRDÎN - Li Nisêbînê di encama gulebarana hêzên dewletê de welatiyekê jiyana xwe ji dest da û welatiyek jî birîndar bû. Cenazeyê welatiyê astengdar Hasan Yagmur ê 42 salî yê li Silopiya ji aliyê polîsên tîmên tayîbet ve hatî girtin û 5 rojin ji wî agahî neyî hat dîtin.

Li navçeya Nisêbîna Mêrdînê di encama gulebarana hêzên dewletê de hemwelatiyekê jiyana xwe ji dest da û hemwelatiyek jî birîndar bû. Li navçeya Nisêbîna Mêrdînê hêzên dewletê Taxa Firatê ya di bin dorpêçê de ye, gulebarana kir. Ji wesayîtêne zirhî yên li cem Goristana Wesikan hatine bi cihkirin, Kolana Dîlekê hate gulebaran kirin. Di encama gulebaranê de kesek bi navê Kerem ku paşnavê wî nehat zanîn û hemwelatiyek din ê navê wî nayê zanîn bi giranî birîndar bûn. Welatiyê bi navê Kerem li cihê bûyerê jiyana xwe ji dest da û welatiyê din jî bi riya ambûlansê rakirin Nexweşxaneya Dewletê ya Nisêbînê.

Li navçeya Silopiya ya Şirnexê jî welatiyê astengdar Hasan Yagmur ê 42 salî berî 5 rojan li Salona Sporê yê Kampa Yenişehirê ji aliyê polîsên tîmên tayîbet ve hat girtin, ji wê demê ve agahî jê nedihat girtin. Piştî 5 rojan cenazeyê astengdar Hasan Yagmur li Taxa Karşiyaka yê hat dîtin. Piştî ku agahî dan malbatê cenazê Hasan li gel cenazê Seyfettin Sidar ê di 26'ê çile de hatî qetilkirin ji bo otopsiyê rakirin Nexweşxana Dewletê ya Şirnexê.

Li gorî agahiyên hatin girtin ji ber ku Hasan di sala 1996'an de li Girtîgeha Tipa E ya Xerpêtê 10 salan maye, di dema girtîgehê de îskenceyên giran dîtiye û ji bo wê deruniya wî xirabûye, ew ji wê demê ve astengdar maye.

Di nava 25 rojên dorpêçê de li Silopiya hijmara welatiyên hatin qetilkirin gihişt 25'an.

(ekîb/zt)