Jinên Silêmaniyê komkujiya Silopiya şermezar kirin
16:20
JINHA
SLÊMANÎ - Li bajêrê Slêmaniyê bi tevlî buna rêxstinên jinan û saziyên civaka sivîl ji bo şermezarkirina komkujiya sê jinên siyasetmendarên kurd li Silopiya daxuyanî hat dayîn.
Li bajêrê Silêmaniyê yê Başurê Kurdistanê ji bo şermezarkirina êrîşên dewleta tirk yên ser gelê Bakurê Kurdistanê û qetilkirina sê jinên siyastemandarên kurd li Silopiya jin li ser piya bûn. Ji bo qetilkirina Endama Desteya Rêveberiya Kongreya Jinên Azad (KJA) yê û Endama Meclisa Partiya DBP'ê Sêvê Demir, Hevseroka Meclisa Gel a Silopiyayê Pakize Nayir û Endama KJA yê Fatma Uyanr jinan daxuyanî dan. Di daxuyaniyê de nûnerên Rêxistina Jinên Azadî Kurdistan, Yekêtya Jinan, Rêxistina Rasan, KJAR û jimarek ji kesayet û mamostayên zanîngehê amadebûn. Daxwiyanî ji aliyê aktîvîsta rêxistinên jinan Sergul Necmedîn Ferec ve hat xwandin. Sergul got: "Em terora dewleta tirk şermezar dikin, yên ku ev komku jî pêkanîn heman ev zihiniyete ku komkujiya Parisê jî pêkaniye."
(şd/zt)