Jinên Kobanê ji bo sê jinên siyasetmedar meşiyan

16:24

JINHA

Kobanê - Şêniyê gundê Şêranê bi armanca piştgiriya berxwedana xwerêveberinê bakûrê Kurdistanê û şermezarkirina komkujiya sê jinên siyasetmedar meşek li darxistin.

Ji bo pêştgiriya gelê bakurê kurdistanê û ji bo her sê jinên ku ji aliyê dewleta tirk hatibûn qetil kirin şêniyên gundê Şêranê meşek li darxistin. Meşa ku bi armanca şermezarkirin û piştevaniyê hatî li darxistin, girse li ber avahiya Mala Gel a gund hatin ba hev û heya gund berdewam kir. Di meşê de dirûşmeyên "Bijî berxwedana Amedê" Bijî berxwedana Silopî û Cizîrê" hatin berzkirin. Jinên ku tevlî çalakiya meşê bûn gotin, "Em piştgiriyê didin berxwedana xwerêveberinê. Ne siyaseta dagirkerin û komkujiyê yê Erdogan. Ji bo gelê bakûrê Kudistan em dimeşin."

Jina bi navê Nayîle Ehmed jî diyar kir ku dewleta Tirk jin digre hedefa xwe û jinan qetil dike. Nayîle got, "Di rasthatina salvegera komkujiya Parîsê de, li Silopî jî dewleta tirk sê jinên siyasetmedar ên kurd qetil kir. Ev komkujî bi destê Erdogan pêk tê. Heya mirinê em ê piştgiriya berxwedana gelê bakûrê Kurdistanê bikin." Dîcle Mihemed jî wiha got, "Em bi armanca şermezarkirina înfaza hersê jinên ku bi destê dewleta Tirk pêk hatî dest bi meşê dikin. Erdogan ne yek ango bi dehan jin jî qetil bike, em ê cardin xwe bi rêxistin bikin. Dawiya me nayê."

Di dawiya meşê de daxuyanî ji aliyê Serokê Meclîsa taxa Şerqî Feyad Şahîn ve hat xwendin. Di daxuyaniyê de jî wiha hat gotin, "Em kiryarê dewleta tirk ên faşîst yên li dijî gelê me a bakurê Kurdistanê şermezar û naletê lê tîninê. Ew kiyarê hovane bi kuştina zarokan bi kuştina jin û ciwana her wiha bi xirakirina malên gel bi tang û topan û dorpêçkirina bajaran bi armanca têk birina îrada gelê kurd û şikandina vîna azadî em berxwedana gelê xwe yî bi rûmet li Cizîra Botan, Silopî û Sura Ameda rengîn di seranserî dîroka xwe kela berxwedanê bû. Wê her bimîne kela berxwedanê li tevahî bajarê bakurê kurdistanê destek dikin û piştgiriyê didin gel em dibêjin Rojavayê kurdistanê tevahî li kêleka weye bi hemû hêz û îradeya xwe û bi can û malên berxwedana we yê bi rûmet ji bo xweserî û azadî bi dil û can pîroz dikin. Em bi vê wesîlê komkujiya Parîsê jî şermezar dikin. Hêzên desthilatdar nûnerê gel û jinên azad hedef digrin. Em dibînin dewleta xwîn mij careke din bi hemû hovtiya xwe yê ku mirovatiyê nas nake ji mirovahiyê tiştekî fam nekiriye, li hem berî berxwedana gel dîsa bi awakî qirêj bê exlaq hemû mafên mirovahiyê bin pêkirin."

Meş bi berzkirina dirûşmeya "Şehît namirin", "Bijî berxwedana gel" bi dawî bû.

(rê-ze/rc)