Jinên Rêveberiya Kantona Kobanê komkujiya Silopî şermezar kirin
16:32
JINHA
KOBANÊ - Jinên di Rêveberiya Kantona Kobanê, bi daxuyaniyeke çapemeniyê qetilkirina sê siyasetmedarên kurd ên li Silopî şermezar kirin.
Endam û Rêveberên di Rêveberiya Kantona Kobanê, bi daxuyaniyeke çapemeniyê qetilkirina sê siyasetmedarên kurd ên li navçeya Silopî ya Şirnexê ji hêla hikûmeta AKP’ê ve hatin qetilkirin, şermezar kirin. Di daxuyaniya ku li pêşiya avahiya Rêveberiya Kantonê hate dayîn de, gelek endam û rêveberên saziyan amade bûn. Li ser navê jinan Endama Komîteya Perwerdehiya Civaka Demokratîk Cîhan Hesen, daxuyaniyê xwend. Cîhan destpêkê îlankirina Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a bajarên bakurê Kurdistanê pîroz kir û diyar kir ku ew êrîşên dewleta tirk a ku li ser gelê bakur pêk tîne şermezar kir.
Cîhan, da zanîn ku di demên dawî de dewleta AKP’ê êrîşên xwe, zilm û komkujiya xwe li ser gel zêdetir kir û bi hemû hovîtiya xwe li ser gel de hat. Cîhan, destnîşan kir ku, li hember van êrîşên dijwar gel jî weke tê naskirin ku di dîrokê ewqas berxwe daye, bi îradeya xwe dîsa vê berxwedanê dewam dike û ev tişt gotin: “Lê ji ber dijmin bi vê berxwedanî nikaribû dest bi komkujiyê û qetilkirinê kir û herî dawî her sê jinên siyasetmedar, di salvegera bîranîna her sê jinên ku li Parîsê şehîd xistin ew jî qetilkirin. Ji ber van her sê jinan azadiya gelê Kurdistanê ji xwe re esas digirtin hatin qetilkirin. Ev komkujî berdewamiya komkujiya her sê jinên şoreşger a Parîsê ne. Lê ev nayê wê wateyî ku em dê berxwedana xwe lawaz bikin, li dijî wê em dê zêdetir berxwe bidin. Em jî wek e rêveberiya xweser a Kantona Kobanê pîrozbahî û piştgiriyê didin gelê xwe yê bakurê Kurdistanê.”
(ze/rc)