Jinan xavikên xwe yên sipî li meclisê hêlan
17:03
JINHA
ENQERE - Jinên parêzvanên mafê mirovan li Desteya Giştiya Meclisê ji bo aştiyê çalakiya runiştinê lidarxistin û gotin: "Ji bo jiyanê me xavikên xwe yên sipî hêlan!"
Jinên parêzvanên mafê mirovan ji bo aştiyê li Desteya Giştiya Meclisê dest bi runiştinê kirin. Aktivistên aştiyê yên ji Prof. Dr. Şebnem Korur Fincanci, Mine Nazari, Rojnameger Nadire Mater, Prof. Dr. Neşe Ozgen, Nimet Tanrıkulu, Umit Efe û Umit Sezer pêktên ji bo komkujiyên li Kurdistanê bidawî bibe banga peyîwirê li meclisê kirin. Jinan gotin: "Şer bisekinînin aştiyê bi axivin." Jinên xavikên xwe yên sipî li erdê hêlan gotin: "Em welatek ê hikmê aştî, azadî, dad û wekhevî têde heyî dixwazin. Mirinan bidin sekinandin, çekan bêdeng bikin û aştiyê bipeyîvin! Dorpêça ser Cizîr, Silopî, Sur, Farqîn, kerboran û Nisêbînê rakin... Bila êdî nexweşxane û dibistan nebin qerargeh. Xavikên me yên sipî ne ji bo qetilkirinê me ji bo jiyanê hêlane." Parlementerên HDP'ê Pervin Buldan û Filiz kerestecioglu jî piştevaniya çalakiya jinan kirin.
(zt)