Jinên Til Temir bertekê xwe hember êrîşan anîn ziman
09:00
Sorgul Şêxo/JINHA
TIL TEMIR - Jinên bajarê Til Temir konsepta şer yê ku hikûmeta AKP'ê li Kurdistanê xistiye dewrê û hedef girtina jin, zarok û sivîlan şermezar kirin û piştevaniya xwe yê ligel berxwedana xwerêveberiyê a bakûrê Kurdistanê anîn ziman.
Her ku diçe bertekê jinan a li hember êrîşê hêzên dewleta Tirkiyê mezin dibin. Endamên Navenda Akademiya Zanista Jin ên bajarê Til Temir ya kantona Cizîrê êrîş û siyaseta şer yê dewleta Tirk şermezar kirin. Jinan diyar kir ku li Sûrê, Nisêbîn, Cizîr û Silopî komkujiya sivîlan ji aliyê dewletê ve tê pêk anîn. Endama Navenda Akademiya Zanista Jin yê bajarê Til Temir Şemsa Remadan da zanîn ku gelê bakûrê Kurdistan bi ax û rûmeta xwe ve girêdaye û wiha got, "Erdogan fermana komkujiyê daye, ji ber vê bêdeng temaşe dike. Lê divê neyê jibîr kirin gelê Kurd wê dev ji axê xwe bernede. Ji ber bi berdêlên giran hat bi destxistin. Gelê bakûrê Kurdistanê dê bi tevahî hêzê xwe xwedî li vîna xwerêveberinê derkeve."
'Hember komkujiyê bi berxwedanê em ê bersiv bidin'
Şemsa diyar kir ku ew wek jinên Rojava piştgiriya berxwedana xwerêveberiya bakûrê Kurdistanê dikin û wiha got, "Em wek jinên Rojava ji Erdogan re dibêjin, êdî bese. Eger armanca wî tune kirina kurdan be wê, bersivê me wê bi berxwedanê bilind bibe. Erdogan fermana Kumkujiyê daye. Ji ber vê bêdeng temaşe dike. Lê divê neyê jibîr kirin gelê Kurd wê dev ji axê xwe bernede. Ji ber bi berdêlên giran hat bi destxistin. Gelê bakûrê Kurdistanê dê bi tevahî hêzê xwe xwedî li vîna xwerêveberinê derkeve."
'Gelê bakûrê Kurdistan wê bi rihê Egîdan doza têkoşînê bişopînin'
Endama Lîjneya Lihevhatinê Fatîma Salîh jî wiha bertekên xwe anî ziman, "Em berxwedana xwerêveberina bakûrê Kurdistanê silav dikin û sersaxî ji tevahî malbatên şehîtdan re dixwazin. Em Erdogan û hevkarên wî nelet û şermezar dikin. Em dibêjin gelê bakûr ji çeteyên Erdogan natirsin. Gelê bakûrê Kurdistan wê bi rihê Egîdan doza têkoşînê bişopînin." Fatîme hêrsbûna xwe wiha anî ziman, "Erdogan tu ji gelê Kurd çi dixwazî? Çima vê zilmê li gel dikî? Eger hêzê te hebe were li hember şervanên YPG/YPJ'ê şer bike. Jin û zarok çi ji te kirine ku tu bi vî aweyî qetil dikî? Gelê Kurd wê ji top û firokên te natirse."
Fatîme di dawiyê de got divê Serokkomar Recep Tayyip Erdogan hesabê qetilkirina jin û zarokan bide û wiha got, "Xwînê şehîtên me bûhaye. Axê Kurdistanê bi xwîna şehîdan hatî avadan. Ji ber vê heya dawî em ê li hember desthilatdariyê û pergala qirkirinê berxwebidin."
(rc)