'Tirkiyê ji dîrokê ve dijmintiya kurdan dike'
09:01
Ebîr Ehmed/JINHA
HESEKÊ - Rêveberiyên Weqfa Jina Azad yê bajarê Hesekê derbarê qetilkirina siyasetmedarên Kurd Sêvê Demîr, Fatma Ûyar û Pakîze Nayir de nirxandin kirin û gotin ku ev êrîş nîşaneya berdewamiya komploya Parîsê ye.
Bertek hember înfazkirina 3'ê siyasetmedarên Kurd Sêvê Demîr, Fatma Ûyar û Pakîze Nayir yê ku ji aliyê hêzên dewletê ve pêk hatî zêde dibin. Rêveberên Weqfa Jina azad ên bajarê Hesekê a Kantona Cizîrê înfazkirina hersê siyasetmedarên jin ên Kurd şermezar kir û destnîşan kirin ku ev êrîş û komkujî berdewamiya komploya Parîsê ye.
'Jin bi berxwedan û rêxistinbûnê êrîşan vala derbixe'
Rêvebera Weqfa Jina Azad a bajarê Hesekê Firyal Ehmed kiryarên dewleta Tirk yê li hember gelê Kurd ên bakûrê Kurdistan şermezar kir û got, "Ev êrîş û komkujî li hember vîna jina Kurd yê azad pêk hatiye. Înfazkirina hersê jinan di rasthatina salvegera komkujiya Parîsê a sê jinên şoreşger Sakîne Cansiz, Fîdan Dogan û Leyla Şaylemez ne tesadûfiye. Jina kurd ji dîrokê heya niha bi vîna xwe li hember pergala dagirkeriyê têkoşiye û berxwedaye. Jin dê bi berxwedan û rêxistinbûna xwe tevahî êrîş û komplo vala derbixe."
'Divê tevahî jin bi rêxistinkirî li hember êrîşan bisekinin'
Endama Weqfa Jina Azad Neda Silêmen a ku ji pêkhatiyê Erebe jî wiha bertekên xwe anîn ziman, "Em siyaseta dewleta Tirk yê li hember doza gelê Kurd şermezar dikin. Qetilkirina sê jinên siyasetmedar dervî ehlaqê şer e." Neda di dawiyê de wiha bang li jinan kir, "Divê tevahî jin bi rêxistinkirî li hember êrîşan bisekinin."
'Tirkiyê ji dîrokê ve dijmintiya kurdan dike'
Endama Komîteya Lihevanînê ya Weqfa Jina Azad Fatîme Osman jî got, "Tirkiyê ango Osmaniyan bi hezaran sal dijmintiya Kurdan kirine. Bi tevahî hêzê xwe piştgirî da çeteyên DAIŞ'ê. Dema ku dît DAIŞ li Rojava têk çû vê carê tevahî hêrsê xwe bi ser gelê bakûrê Kurdistanê dertîne. Lê li hember berxwedana gel çawan ku çete li Kobanê û tevahî Rojava têk çû dê li hember berxwedana gelê bakûr jî têk biçe."
(rc)