Fermandar Ramona hebûna xwe di hizrê mirovan de diparêze
10:11
JINHA
NAVENDA NÛÇEYAN - Ramona yek ji fermandarê navdar yê Zapatîsta yê ku 10 sal berî niha jiyana xwe ji dest daye. Ramona yê ku Zagonên Jinên Şoreşger amede dike, li Qada Zocalo yê axaftinek dîrokî dike, "Ez ê li Zapatîstan bajarê Meksîkayê gavên dîrokî û destpêk bavêjim."
Fermandar Ramona a ku jiyanê xwe fedayî mafê jin û azadiya gel kiriye, 10 sal ser mirina wê borî. Ramona ku bejna wê 1,40 cm û di 6'ê Çileya 2006'an de jiyana xwe ji dest daye, bi cil û berxwe xwe yê çandî û bi sekna têkoşînê hebûna xwe heya roja îro diparêze. Ramona duh li gelek cih û Meksîka hat bîranîn. Festîvala Piştgirî yê Chiapas a 8. ku wê li bajarê Zaragoza Îspanya di 9'ê Çileyê de pêk were, wê diyarî Ferman Ramona bê kirin.
Êdî Ramona di jiyanê her zarokek de heye
Fermandar Ramona di rasthatina salvegera mirina wê de, jinên ku hûnerê destan ji Ramona mînak girtine û 'bebeka potîn a Ramona' çêkirine di destê her zarokek de heye. Zagonên Jinên Şoreşger ya ku Ramona bi hezaran jin re amede kirine, hîna tên parastin û nû kirin.
Zagonên Jinên Şoreşger mîrateya wê a herî mezinbû
Fermandar Ramona yê ku ji gelê Tzotzilê ye, di sala 1959'an de li eyaleta Chiapas yê Meksîkayê tê dinê. Ramona bi hûner ê destan re mijûl dibû û wiha debara xwe dikir. Ramona ji bo li hember dagirkeriya mafê jin û civakê têbikoşe tevlî Artêşa Rizgariya Netewî ya Zapatîstayê dibe. Fermandar Ramona a ku ji bo mafê jin têdikoşiya, di Komîteyê Herêmî a Şoreşgerên Veşartî de cih girt. Fermandar Ramona li gund û meclîsên herêmê gerî û bi hezaran jin re hevdîtin pêk anî. Piştî girtina nêrîna jinan Zagonên Jinên Şoreşger ên ku ji 10 xalan pêk tê avadike û di 8'ê Adara 1993'an de dixe meriyetê.
Ligel qedexeya dewletê dirûşmeya azadiyê da Bajarê Meksîkayê
Ramona di sala 1994'an de bi penceşêra gurçikan dikeve. Ramona di sala 1996'an de ligel qedexeya dewleta Meksîkayê bi parêzkariya hezaran Zapatîstayê li Qada Zocalo di Kongreya Gel a Herêmî yê Netewî de axaftina ku dike hîna di bîra mirovan de xwe diparêze. Ramona wiha dibêje, " Ez ê li Zapatîstan bajarê Meksîkayê gavên dîrokî û destpêk bavêjim". Bi van gotinan vîna jiyana bi rûmet û xweser yê gelê Meksîkayê datîne holê. Fermandar Ramona dema ku di 6'ê Çileya 2006'an de jiyana xwe ji dest dide ew 47 salî bû.
(rc)