Di rapora otopsiya Dilan Kortak de nîşanên înfazê hene: 25 gule
10:11
Ceren Karlıdag/ JINHA
STENBOL- Parêzerên Dilan Kortak a li navçeya Sancaktepe ya Stenbolê di dema serdegirtina malan de polîsan înfaz kirî diyar kirin ku di rapora otopsiyê de nîşaneyên înfazê hene.
Li Kolana Dumanlar a Taxa Atataurk a navçeya Sancaktepe ya Stenbolê di 4'ê kanûna sala 2015'an de di dema serdegirtina malan de polîsan Dilan Kortak di mala wê ya di qata duyan a avahiyek çar qat de qetilkirin. Piştî êrîşê Dilana 20 salî weke 'di şer de hatiye qetilkirin' hat dayîn, ji bo dosyayê jî hema biriyara veşartinê dan. Paşê parêzerên malbatê Bulent Aşa û Îlknur Alcan diyar kirin ku wan ji ber biriyara veşartinê xwe ne gihandine hemû dosyayê, lê wan xwe gihandiye rapora otopsiyê. Parêzeran dan zanîn ku di rapora otopsiyê de nîşaneyên înfazê heye û lêkolînên li cihê bûyerê gotinên weke 'şer hebûye' vala derxistine.
'Divê dosya bê cudakirin'
Parêzer Bulent Aşa destnîşan kir ku ji ber biriyara veşartinê wan nekariye xwe bigihînin dosyayê, lê piştî gelek hewildanan wan kariye xwe bigihînin rapora tiba edlî û wiha domand: "Ji ber biriyara veşartinê mafê meyê lêkolîna ser dosyeya muwekîla me ji destê me girtine. Divê dosiyaya aliyê mexdur bê cudakirin. Ev sucek memurwariye. Divê memurê li sucan dinêrin li dosyayê binêrin û bişînin dozgeriyê."
'Birînên 25 guleyan ser bedena wê heye'
Bulent bilêv kir ku di rapora tiba edlî de nîşaneyên înfazê dixwiyên û wiha berdewam kir: "Di raporê de birînên 25 guleyan hene. 21 gule ji bo qetilkirinê lê barandine. Du gule di mesafeyek nêz de lê xistine. Li ber guhê wê şona guleyan dixwiyê. Guleyên dinê ji ber li hizaya deverên laşê wê yên kinc li ser hatiye, mesafeya wê nediyare. Lêkolîn berdewam dikin. 16 gule li pişta wê xistine, 2 aliyê situyê wê, 1 li guhê wê, 1 li hestî xistine. Tayîbetî hedefgirtina aliyê piştê bi xwe înfaze."
'Di odeyên dinê de qet şona guleyan nayê dîtin'
Bulent anî ziman ku di hefteya derbasbûyî de cihê bûyerê lêkolînkirine û wiha dom kir: "Weke ku li herêmê 'şer hebû' derbazî çapemeniyê kirin. Lê hemû qalikên guleyan di odeya Dilan têdene tê dîtin. Odeyên dinê yên malê tenê qalikek guleyan jî nîne. Wekedinê jî li gorî axaftina şahidên bûyerê berê ketin û derketina taxê girtine. Di malê de li gel Dilanê du kesên zewicî jî henbûn. Lê tam dema ku Dilan tenê li malê mayî hilbijartine. Bi heman rêbazê 5 jinên di malê de derfetê girtina wan heyî, ne girtine înfaz kirine."
'Hemû gule li aliyê pişta wê reşandine'
Parêzer Îlknur Alcan jî ji meha tîrmehê heya niha di metrepolan de qetilkirina 5 jinan û berî sê roja li Silopiyayê qetilkirina 3 jinên siyasetmendarên kurd bi heman rêbazê bibîrxist û got: "Di dema qetilkirina Dilek Dogan de jî gotin 'şer heye' lê di dîmenên derketin holê de hat dîtin ku înfaz kirine. Di bûyera Yeliz û Şirin de jî heman nîşande xwiyakirin. Li sîng û organên zayendiyên Şîrîn gulebarandin nîşaneyên înfazêne. Di bûyera Dilan de hemû gule li aliyê pişta wê xistine û li aliyê bedena wê re derketine. Tayîbetî aliyê pişta wê û herêmên jiyaniyên laşê wê hedef girtine. 25 gule bi mesafeyek nêz li ser wê barandine û 21 jî li herêmên jiyaniyên laşê wê xistine. Di xar û jêrê her du aliyê pêsîrên dê de jî şona guleyan heye. Li cihê bûyerê jî di dema lêkolînê de derketholê ku ti şer tinebûye. Di bûyera sê roj berê de jî 3 jinên welatparêz dema birîndarbûne çune ser û wan înfaz kirine, hevalên me yên parêzer diyarkirin ku li ser bedena wan gelek nîşanên guleyan hene."
'Jin hedef tên girtin'
Îlknur destnîşan kir ku înfazkirina jinan rêbazek nûye pêşdixin û wiha domand: "Di perwerdên polîsan de waneyên 'despêkê jinan qetilbikin' hene. Ji ber bi qetilkirina jinan peyamê didin civakê. Em di hemû êrîşên dewletê de dibînin jin hedef tên girtin. Ji ber ku em parêzer mexdur dibin û nikarin rewşa muwekîlên xwe bizanin ji bo wê jî em dixwazin biriyara veşartinê bê rakirin. Em weke Parêzerên Şaxa OHD'a Stenbolê emê şopandina doza Dilan Kortak û dosyayên dinê berdewam bikin."
(zt)