'Dê dewlet çawan hesabê jiyana nîvî hêlayî bide'

11:12

JINHA

ŞIRNEX - Ayten Sayacan ya ku hîna 13 salî bi mêrek 60 salî re hatiye zewicandin li gel hemû zoriyên jiyanê û tindiya dîtî jî tekoşînek bê hempa daye. Ayten hevserê xwe yê duyemîn Dikran Sayacan di dorpêça Cizîrê de winda kir. Ayten a ku li gel 5 zarokên xwe ji nû ve cardin jiyanê avadike got: "Dê dewlet hesabê jiyana li Botanê nîvî hêlayî çawan bide."

Jiyanek a ji Bursayê despêkirî bi zorî û tekoşînê berdewam kirî. Li Botanê kêfxweşiya Ayten a nîvcumayî. Ayten hîna biçukbûye ji dayîk û bavê xwe qut bûye li gel dapîr û bapîrê xwe dest bi jiyanê kiriye. Ayten diyar kir ku di 13 saliyê de bi mêrek 'di temenê kalikê wê de' re hatiye zewicandin û ji Bursayê tê li Hezexê bicîh dibe. Ayten ji mêrê pêre dizewice gelek şidetê dibîne û di zaroktiyê de 3 zarokên wê çêdibin. 10 salan Ayten wiha berdewam dike. Piştî mirina hevserê xwe dest bi jiyanek nû dike. Malbata hevserê wê yê jiyana xwe ji dest dayî wê dibin Bursayê. Piştî demekê Ayten ji xwe re dibêje; "Bursa min nahewîne hindirê xwe ezê vegerim Kurdistanê" paşê zarokên xwe digire û tê Cizîrê. Li Cizîrê bi karê paqijiyê zarokên xwe xwedî dike.

Ayten li Nexweşxana Hezexê Dikran Sayacan nasdike piştî 3 salan bi wî re dizewice. Aytena dayîka 2 zarokan wiha qala wan rojan dike: "Bi paqijiyê min li zarokên xwe dinêrî. Ji xwe berê jî min li malbatê dinêrî. Ez di karên weke şiştina xaliyan û paqijiya malê de dixebitîm. Ji bo xwe li jiyanê bigirim dixebitîm. Li nexweşxanê min Dikran naskir. Piştî 3 salan em bi hev re zewicîn. Dikran li zarokên min jî xwedî derket. Zarokên min ji wî re bavo digotin. Ewî jî gelek ji zarokên min hez dikir. Ez hîna bawer nakim ew hatiye qetilkirin. Em bê xwedî hêla û çu, her dem ji bo min digot ezê rojên xweş bi we bidim jiyankirin. Her dem ji bo min digot tenê mirin dikare me ji hev biqetîne, di dawiyê de jî wiha bû."

Ayten bilêv kir ku nexweşiya sara li hevserê wê hebûye ji bo derzî li xwe bixe ji malê derket û wiha berdewam kir: "Min despêkê jêre got neçe, lê bê derzî dane nedikarî bisekine. Di şeva 22 yê çile şeva qendîlê ji malê derket. Çu nexweşxanê û carekdinê venegeriya. Min despêkê got dibe ku ji xwe çube ketibe erdê lê wiha nebû. Serê sibê birayê wiyê li Mêrsînê telefon kir û got: 'Hevserê te qetilkirine, li kolanê ye here bigire.' Ew jî ji nûçeyan hîn bûye. Ez ketim şoqê, despêkê min bawernekir, min pirsî, ez hînbûm ku sekvanan wî gulebaran kirine. Ji xwe ji ber wan kes nikarin ji malên xwe derkevin. Kê dibînin gulebaran dikin."

'Min bi alaya sipî karî ji Cizîrê derkevim'

Ayten destnîşan kir ku paşê dema cenazê hevserê wê rakirine Şirnexê ew jî bi 'alaya sipî' ji Cizîrê derket Şirnexê û wiha dom kir: "Paşê hînbûm ku cenazê hevserê min rakirine Şirnexê. Ez hatim Şirnexê û çum nexweşxanê. Dema min pirsî gotin ne li vêderê ye. Paşê hînbûm ku cenaze revandine û cardin birine Cizîrê. 5 zarokên min hen. Yek nû hatiye dinê. Hîna nebûye 40 rojî. Zaroka xwe nedît, zarok jî bê bav hêlan. Jin, zarok, ciwan, kal û pîr tên qetilkirin. Çî ji me dixwazin. Her kesê qetildikin û weke 'terorist' didin. Bese êdî zarokan bê dayîk û bav nehêlin. Hunê çawan hesabê vê bidin?"

(zt)