Li hemberî girtiyên jin gefa bêexlaqî!
11:13
JINHA
MÊRDÎN - Jinên dîl ên li Girtîgeha Tîpa E ya Mêrdînê dimînin, dema derdikevin revîrê rastî gefên leşkeran ên wekî, "Ku salên 90'i bûna me dê tecawîzî we bikira" ên bêexlaqî hatine.
Girtiyê dîl ên PKK û PAJK'î yên li Girtîgeha Tîpa E ya Mêrdînê dimînin, bi riya malbatên xwe daxuyaniyek dan çapemeniyê. Di daxuyaniyê de hate diyarkirin ku zordariya li ser girtiyan hindî diçe zêdetir dibe. Di daxuyaniyê de ev agahî hatin ragihandin: "28 girtiyên jin ev demek e dema diçin revîrê bi dayîna tekmîlê re rû bi rû dimînin. Jinên li dijî vê yekê derdikevin jî rastî zordariya leşkeran tên. Di hefteya dawiyê dejî jinên dîl ên derketine revîrê rastî heman bêexlaqiyan hatine."
'Em dê mejiyê xwe belav bikin'
Di daxuyaniyê de hate derbirîn ku jinên li dijî dayîna tekmîlê derketî rastî gefan û zorariyan hatine. Di daxuyaniyê de wiha hate gotin: "Leşkeran bi gotinên 'Ku salên 90'i bûna me dê tecawîzî we bikira. Me dê mejiyê we belav bikira. Îran bi îdamkirinê tişta herî baş dike' gefên bêexlaqî xwarine. Dema ev leşker tên gilîkirin jî encamek dernakeve û gotinên wan esas tên girtin." Di daxuyaniyê de banga hîstiyariyê li tevahiya civakê hate kirin.
(ekîb/eb/rc)