'Hûn kê jê axa kê davêjin'
11:13
JINHA
MÊRDÎN - Hevseroka DBP'ê ya Kerboranê Hatice Gevcan der barê berxwedana gelê Kerboranê ya 19 rojan de got ku gelê Kerboranê di têkoşîna xwe de bi israr e û kes nikare gel Kerboranê ji axa Kerboranê derxe. Gevcan bi gotina, "Hûn kê ji axa kê diavêjin" nerazîbûn nîşanî êrîşên koçberkirinê da.
Li Kerborana Mêrdînê hêzên dewletê di bin navê 'qedexeya kolanaan' de 19 rojan li hemberî gel êrîşên tevkujiyê meşandin. Hêzên dewletê yên ku li hemberî berxwedana gelê Kerboranê serneketin piştî 19 rojan neçar bûn û dorpêça bi çekên giran dihat meşandin bi dawî kir. Hevseroka rêxistina Partiya Heremên Demokratîk (DBP) a Kerboranê Hatice Gevcan der barê berxwedana gelê Kerboranê ya 19 rojan û êrişên hêzên dewletê yên li hemberî gel de axivî û got gelê Kerboranê 19 rojan tî û birçî di malan de xwe de li hemeberî êrişên hêzên dewletê yên hovane li ber xwe daye.
'Gelê Kerboranê di têkoşîna xwe bi israr e'
Hatice diyar kir ku berxwedana gelê Kerboranê ya 19 rojan ji aliyê çapemeniya tirk ve dihat berovajî kirin û wiha got: "Berxwedanan gelê Kerboranê ji aliyê çapemeniya tirk ve hat reş kirin û êrîşên li hemberî gelê Kerboranê wekî operasyonên li hemberî terorê hat nîşandayin. Lê li Kerboranê rastiyek hebû ew jî gelê Kerboranê 19 rojan ji 7 salî heta 70 saliyan di malên xwe de tî û birçî li ber xwe dan û dev ji têkoşîna xwe bernedan."
Hatice da zanîn ku gelê Kerboranê di berxwedana xwe de bi israr e û teqez dev ji axa xwe bernade û wiha pê de çû: " Hûn kê jê axa kê davêjin. Gel divê em li ser axa xwe ne û kes nikara me ji ser axa me rake. Gelê Kerboranê bi israra ku têkoşîna xwe bidomîne. Kes nikare têkoşîna gelê Kerboranê têk bibe."
'Li şûna ku kurdan qetil bikin wan godar bikin'
Hatice di berdewama axaftina xwe de bal kişand ser daxuyaniyên serokomar Recep Tayip Erdogan ên der barê biryara gelê kurd a xwerêvebrinê û ev tişt anî ziman. "Serokomar li Şûna ku daxwaziya gelê kurd nas bike got em ê kurdan di xendikan de qetilbikin. Serokomar divê ewêl bê Kurdistanê û gelê kurd ê ku di xendekan de li hemberî êrîşên dewletê xwe di parêze godar bike. Gotinên wiha ji aliyê gelê kurd ve teqez nayên qebûl kirin."
'Ez ê ji doza xwe venegerim'
Hatice bi lêv kir ku rayedarên AKP'ê yên ku dibêjin em li hemberî PKK operesyonan pêk tînin xebatên wê yên sîyasî asteng dikin û axatina xwe wiha bi dawî kir: Li Kerboranê polis û li gundê me Xelîla jî leşker her roj ser malên malbata min de digirin û dixwazin min bigirin. Lê hêzên ku li min digirin bila baş zanibin ku ez ê ji doza xwe venegerim û li hemberî hemû astengiyên wan ez ê xebatên xwe yên siyasî bê navber bi neşînim."
(ekîp/eb/rc)