'Jin wê kolanên xwe biparêzin'
11:33
Şehrîban Aslan / JINHA
AMED - Jinên Amedê bertek nîşanî dorpêça li ser Sûrê û tevahî navçeyên Kurdistanê dan û wiha gotin, "Bila zanibin jin wê serê xwe netewînin. Jin dê li her qadê têbikoşe û pêşengiya parastina tax ango qadê lê bike."
Berxwedana gel li hember dorpêça ser navçeyê Sûra Amedê di roja 38'an de didome. Li Silopî û Cizîrê jî gel 25 rojan li berxwedide. Medîne Çur bertek nîşanî pêkanîna qedexeyan da û got divê li hember negirtina cenazeyan û dorpêçan divê gel serî hilde û wiha got, "Êdî bese ewqas cenazeyê me li erdê ne. Ew çiqas qedexe danin em ê derên û li qadan berxwebidin. Em ê cenazeyên xwe li kolanan nehêlin. Ji heft heya heftî salî em dakevin qadan û dewa mafê xwe bikin."
'Kiryarên te bi olê re li hev tê gelo?'
Gûlseren Birakmak jî qala gotina wekheviyê kir û wiha got, "Eger em wekhevbin çima Kurd tên qetilkirin, çima dema kurd dibin mijarê gotinê wîjdan bêdeng dibe û ciwan tên kuştin. Ciwanên me bên kuştin jî sibê zarokên me yên biçûk dê li hember wan berxwebidin. Divê Tirkiyê zanibe ku ev doz bi xwînê çareser nabe. Em di kîjan serdemê de dijîn, di kîjan sedsalê de dijîn."
'Tu dewletek ewqas mezinî û li navçeyan komkujî pêk tînî'
Gûlseren behsa qedexeya 37 rojan yê li Sûrê kir û wiha domand, "Li Sûrê polîtîkayê komkujî tê pêk anîn. Ciwanên li wir şer dikin bi lehengî berxwedidin. Dewlet çi dike bila bike Kurd wê têk neçin. Çiqas bikûje ewqas gelê Kurd wê mezin bibe. Tu dewletek ewqas mezinî û li navçeya komkujî pêk tînê. Tu dibêjî ez nimêjê dikim û bi îmanim. Kiryarên te bi olê re li hev tê gelo?."
'Bila dayîk biherikin qadan'
Sacîde Daghan balkişand ser cenazeyên ku li Silopî, Sûr û Cizîrê nayên girtin û wiha got, "Malbat bi rojaye nikare cenazeyên xwe werbigrin. Ji ber nikarin cenaze bistînin dest bi grevê dikin. Em dayîk û jin tevî tûlbendê xwe yê spî derên û bar tenê ser milê ciwanan nehêlin. Bila dayîk êdî biherikin qadan bese."
'Jin li qadê dimînin wê pêşengiya parastinê bikin'
Mekiye Ozgûn da zanîn ku dewlet ne tenê li Sûrê li tevahî Tirkiyê hebûna xwe wenda kiriye û wiha bertekê xwe nîşan da, "Eger tu ji gelê Kurd re dibêjî gelê min çima bi tang û topan êrîş dikî? Bêy ku bêjî ciwan, zarok, pîr her kes didî ber top û tangan. Hewldidî me ji warên me bidî koçkirin. Lê tu jî zanî ku gelê Kurd wê dev ji ax û warê xwe bernede û li hember êrîşan dê berxwebide."
Mekiye da zanîn ku li hember berxwedana 38 rojan ya Sûrê dewlet ligel tevahî êrîşên giran nekariye bikeve û her der hildiweşîne û wiha pêde çû, "Serokomar û Serokwezîr dertê ser televîzyonê û daxuyanî dide û dibêje, "sivîlek jî nehatî qetilkirin, ên ku hatine qetilkirin hemû terorîstin." Eger hestê şermê û hasiyet pêre hebaya wê zarokên di zikê dayîkan de qetil nekiribana. Jinên ku tevî zarokên xwe li Sûrê ser sifra xwarinê wê qetil nekiriba. Armaca wan jinan tune kirine. Lê divê baş were zanîn jin wê xilas nebin û serî ji vê zilmêre netewînin. Jin dê li her qadê têbikoşe û li qadên ku dimîne wê pêşengiya parastinê bike."
(rc)