Jinên Kobanê qetilkirina 3 siyasetmedarên kurd şermezar kirin
11:35
Rebia Êto-Zehîde Ehmed /JINHA
KOBANÊ - Jinên Kobanê qetilkirina 3 siyasetmedarên Kurd Sêvê Demîr, Pakîze Nayir û Fatma Ûyar yên li Silopî şermezar kirin û gotin ku ew her tim bi jinên bakûrê Kurdistanê re ne, lewra ji bo xwedî li têkoşîna wan derkevin ew dê berxwedan û rêxistinkirina jinan mezin bikin.
Bertekên li hemberî înfazkirina 3 siyasetmedarên jin Sêvê Demîr, Pakîze Nayir û Fatma Uyar berdewam dike. Jinên Kantona Kobanê derbarê qetilkirina sê jinên siyasetmedar ên kurd Sêvê Demir, Pakîze Nayîr û Fatma Uyar ku li navçeya Silopiyê ya Şirnexê bi tundî şermezar kirin. Jinan diyar kir ku ev komkujî ne cara yekemîne ji ber ku dewleta tirk beriya 3 salan di vê mehê de li Paytexta Frensa Parîsê 3 jinên kurd Sakîne Cansiz, Fîdan Dogan û Leyla Şaylemez bi vî rengî qetil kirine û niha jî qirkirina jinên kurd ên siyasetmedar li Silopyayê dubare kir. Jinan gotin êşa wan hemû jinan yeke û ferqa di navbera jinên Rojava û bakûr ê Kudistanê nîne.
‘Ev komkujî divî demî de pêkanîn ne tesadufî ye’
Rêvebera Yekîtiya Star Sara Xelîl, komkujiyê şermezar kir û diyar kir ku careke din bê tehamuliya wan a li hember têkoşîna jinan derketiye holê. Sara, bal kişand ser komkujiya li Parîsê ya her sê jinên şoreşger û da zanîn ku di arafeya salvegera komkujiya wan de bûyerek wisa ne tesadufiye. Sara, destnîşan kir ku sê sal berê dîsa ji aliyê îstîxbarata tirk ve sê jinên şoreşger li Parîsê hatin qetilkirin, îro jî bi heman rêbazî li Slopiyayê sê jinên kurd hatin qetilkirin. Sara, anî ziman ku ew wek jinên Kantona Kobanê tu car wan bi tenê nehêlin û ji bo vê yekê jî dê têkoşîna xwe ya hişmendkirin û birêxistinkirina jinan û civakê xurtir bikin.
'Êdî gelê kurd hişyar bûye'
Jina bi navê Xalîde Sîncar jî diyar kir ku dewleta tirk dixwaze bi van rê û rêbazên komkujiyê ya di kesayeta jinan de gelê kurd tune bike. Xalîde, destnîşan kir ku lê tiştek ji bîr dikin ku ew bi van êrîşan tu caran tune nabin lewra her çiqas diçe birêxistinbûna jinan li her qadî û li her derî xurtir dibe. Xalîde, anî ziman ku Serokê Komarê û hikumeta AKP’ê heta niha li ser gelan sixtekariya xwe û durutiya xwe dimeşîn e û got, "Lê êdî gelê kurd hişyar bûye." Xalîde, bibîrxist ku dewleta tirk bi van komkujiyan dixwaze jinan çavtirsandî bike da ku pêş nekevin, lê êdî ew dem derbas bûye. Xalîde, balkişand ku ew dê her tim bi jin û gelên bakurê Kurdistanê re bin.
'AKP dijminê jinan e û dixwaze têkoşîna jinan bi van êrîşan bicemidîne'
Jina bi navê Cîhan Elî jî diyar kir ku dewleta tirk û AKP dijminê jinan e û dixwaze têkoşîna jinan bi van êrîşan bicemidîne. Cîhan, destnîşan kir ku dewleta tirk bi topbaran, êrîşên dijwar û komkujiyan dixwaze kurdan tune bike, vê yekê jî dixwaze bi qetilkirina rêber û hemwelatiyên jin re pêk bîne. Cîhan, anî ziman ku ew çiqas wan qetil bikin jî zarokên wan dê cihê wan bigire, dê ew tu carî tune nebin. Cîhan, qetilkirina her sê jinên şoreşger ên Silopî û Parîsê şermezar kir û got ku ew berxwedana jinên kurd silav dikin.
(rc)