1.Konferansa Jinên Şaredariyê despêkir
12:13
JINHA
GIRKÊ LEGÊ - 1. Konferansa Jinên Şaredariyên Rojava li Navenda Aram Tîgran ya Çand û Hunerê a bajarê Rimêlan bi beşdarbûna 220 delegeyan destpêkir.
1. Konferansa Jinên Şaredariyên bajarên Rojava li Navenda Aram Tîgran ya Çand û Huner a bajarê Rimêlan a Kantona Cizîrê bi tevlîbûna 220 delegeyan despêkir. Konferansa Jinên Şaredariyê bi dirûşma "Bi pêşengtiya jinê em ê civakake ekolojîk û azad avabikin" hat despêkirin. Her wiha salona Konferansê bi posterên Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan û Cangoriyên Şoreşê hatin xemladin. Konferansa ku ji aliyê Desteya Rêveber yê Herêmê ve hatî organîzekirin, gelek endam û rêveberiyên şaredariya, Girê Spî, Kobanê û tevahî şaredariyên bajarê Cizîrê beşdar bûn.
Piştî deqeyeke rêzgirtin Hevşaredariya bajarê Çil Axa Sûad Hisên axivî û bi xêr hatina mêvanan kir û konferansa 1. ya Jinê Şaredariyê pîroz kir û got: "Bi saya Rêber APO, jin ketin ferqa rola xwe ya di rêveberiya xweser û pêşengiya xebatê kirin. Em soz didin xwedî li rûmet û berxwedanê derên. Em bejna xwe li ber şehîtdên xwe ditewînin."
Hevşaredara Kobanê Şêrîn Kobanê jî wiha axivî : "Ez di destpkê de bi xêr hatina mêvanan dikim û serkeftinê ji tevayî xebatên şaredariyê re dixwazim. Weke tê zanîn Kobanê di şert û mercên pir zehmet re derbas bû. Lê gelê me û jinan berxwedaniyeke pir mezin da nîşandan. Çawa ku jina kurd di wê berxwedaniyê de xwedî rol bû îro rola xwe di kar û xebatên înşakirinê de jî dileyze. Di xebatên şaredariyê de jî jin bi awayeke çalak tevlî dibe. Em bawer dikin ku ev konferans ew ê ji bo tevayî jinên di şaredariya de bibe ronahiya bi hêzkirina xebatan."
Konferans berdewam dike
(sx-rd/rc)