Asya Yuksel: Siwar hatin dê cardin ji Cizîrê peya biçin

13:17

JINHA

ŞIRNEX - Li Cizîrê gel hemû êrîşan jî berxwedana gel di roja 26'an de bedewam dike. Hevseroka Meclisa Gel û Cizîrê Asya Yuksel got: "Di axaftina xwe ya dawiyê de heval Sêvê got: 'Dema tiştek bi me bê moralê xwe nexin, berdewam bikin.' Emê jî heya dilopa xwîna xwe ya dawiyê li ber xwe bidin. Soza me ji bo hevalên me Sêvê, Fatma û Pakize hey, emê tekoşîna wan bilind bikin."

Li hember êrîşên topyekun 26 rojin berxwedana gel berdewam dike. Li gel hemû êrîşên tang, topan û derunî jî gelê Cizîrê malên xwe naterikînin û li taxan tekoşîna jiyanê didin. Hevseroka Meclisa Gel û Cizîrê Asya Yuksel berxwedana 26 rojan li Cizîrê berdewam dike ji JINHA yê re nirxand. Asya bilêv kir ku ewê alaya hevalên xwe yên li Silopiya hatin qetilkirin li erdê nehêlin.

Asya wina berdewam kir: "Em sozê didin Sêvê, Pakize û Fatmayê emê tekoşîna wan bilind bikin. Bi artêşek mezin ser me de tên. Di şerên pir mezin de jî çekên wiha giran bikarne anîne. Lê li gel hemû tang û topan gelê me di roja 26'an de berxwedanê berdewam dikin. Taxên me dişewitînin û hildiweşînin lê hîna nikarin têkevin taxên me. Axa cizîrê namusa meye. Heya tenê kesek jî li Cizîrê bimîne emê Cizîrê teslîm nekin. Cizîr nakeve, emê ji bo wê di berxwedanê debin heya dawiyê."

'Em caradinê biserketin emê vêcarê jî biserkevin'

Asya anî ziman ku ewê ticarî Cizîrê neterikînin û wiha domand: "Caradinê jî pir bi ser me de hatin, lê neketin Cizîrê, emê vêcarê jî bi berxwedanê serkevin. Tenê canek me heye, bila ew jî qurbana azadiya gelê kurd bibe. Ji temenek dirêjê bêşeref, em tementek kinê biromet tercîh dikin. Ev êrîş îşkale, em van rêbazên îşkalê naxwazin. Hêza me heye, emê bi xwe xwe rêve bibin."

Gotina Sêvê ya dawî

Asya balkişand ser qetilkirina 3 jinan li Silopiyayê û wiha dom kir: "Qetilkirina van jinan ne tesadufe. Ev qirkirinek siyasiye. Di kesayeta jinan de tekoşîna azadiya kurdan hedef digirin. Ez bi telefonê li gel Sêvê di axivîm. Herî dawî Sêvê got; 'Dema ku şehîd bikevim moralê xwe nexin, alaya me ji erdê rakin, hêz û moralê xwe bilind bigirin heya serketinê.' Ez sozê didim Sêvê, Pakize û Fatma dê alaya wan li erdê nemîne."

'Welatiyên bê guneh qetildikin'

Asya anî ziman ku bêdengmayîna rayagiştî li hemberî qirkirinan dê bibe sedema amadekariyên komkujiyên mezin û got: "Heya kengê bêdengî. Ez bang li gelê tirk dikim, bi vê bêdengiyê tiştên ku em ji deshilatiyê dikêşin dê bi serê we jî bê. Her kesê zilma diktatoran nepejirînin dibin hedefa êrîşan."

Asya axaftinên Serokwezîr Ahmet DAvutoglu yên 'em teroristan dikujin' bibîr xist û wiha pêde çu: "Gelo zarokên 5 mehî, han jî yên hîna nehatîn dinê ne terorist. Yan jî jinên 50 û 70 salî terorîstin. Ew bi zilmê sernakevin. Çawan caradinê siwar hatin peya çun, vê carê jî bi heman şêweyî dê ji Cizîrê derkevin."

(ma/zt)