Hevseroka Navçê ya HDP'ê Rûkiye Demîr û 8 kes hatin binçavkirin

13:32

JINHA

STENBOL - Polîsan bi ser avahiya Beyoglu yê HDP'ê de girt û di navde Hevseroka Navçê yê HDP'ê Rûkiye Demîr jî heyî 9 kes hatin binçavkirin.

Polîsan bi ser avahiya Beyoglu ya Stenbolê de girtin. Lêgerîna polîsan a li avahiya HDP'ê ya Beyoglû ya Stenbolê bi dawî bû. Polîsan deriyê avahiyê şikandibûn û ketibûn hundir. Polîsan li hundirê avahiyê posterên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan çirandin. Di encama serdegirtinê de Hevseroka HDP'ê ya Beyogluyê Rûkiye Demîr jî heye 9 kes hatin binçavkirin.

Piştî serdegirtinê gelek kes herikîn avahiyê û Hevserokê HDP'ê yê Stenbolê Cesîm Soylû jî daxuyanî da. Cesîm li ber avahiya HDP'ê ya Beyogluyê axivî û diyar kir ku lêgerîn bi awayeke nehiqûqî û kêfî pêk hatiye, di encama kampanyaya reşkirinê ya serkowezîr û serokomar a li dijî partiya wan ev lêgerîn hatiye kirin. Cesîm anî ziman ku li avahiya partiyê ewraq, hard dîsk bêyî îmze hatine girtin û bi awayeke kêfî lêgerîn hatiye kirin. Li aliyê din rêxistina HDP'ê ya Beyogluyê jî dê saet di 14.00'an de li ber Lîseya Galatasarayê daxuyaniyê bide û banga tevlibûnê kir.

(rc)