Li Surê Rozerin Çukur li ber derê mala xwe hat qetikirin
15:30
JINHA
AMED - Li Surê di roja 38'an de êrîş giran bûn zaroka bi navê Rozerin Çukur (17) li ber derê mala xwe ji aliyê sekvanan ve hat qetilkirin.
Li navçeya Sura Amedê di roja 38'an de dorpêç û êrîş berdewam dikin. Ji ber êrîşên tangan agir bi gelek malan ketin û kepçeyên polîsan gelek malan xira dikin. Li aliyê dibistana seretayiya Suleyman Nazif a Taxa Hasirliyê zaroka 17 salî Rozerin Çukur li ber derê mala xwe ji aliyê sekvanan ve hat qetilkirin. Cenazê Rozerin birin gel ê Ramazan Ogut ê li heman taxê hatibû qetilkirin di heman malê de dimîne.
Li derdora Minara Çarling û Bazara Mast yên Taxa Hasirliyê şer giranbûye.
(zt)