Kerem li Nisêbînê ji hêla bi hezaran ve hate rêwîkirin

16:18

JINHA

MÊRDÎN - Cenazeyê ciwanê bi navê Kerem Akyurek (19)ku duh li navçeya Nisêbînê ji aliyê hêzên dewletê ve li nav kolanê hate qetilkirin ji aliyê hezaran kes ve hate oxirkirin. Di merasîma hevalên Kerem cenazeyê hildan ser milan de, gel bi sloganan komkujiyên dewletê şermezar kirin. Di merasîmê de apê Kerem, Nîmet Erek axivî û diyar kir ku îro roja rawestandinê nîne û xwest ku herkes li têkoşînê xwedî derkeve.

Ciwanê bi navê Kerem Akyurek (19) ê li taxa Firata Nisêbîna Mêrdînê bi hevalê xwe Huseyîn Akyuz re di encama êrîşa hêzên dewletê de jiyana xwe ji dest da, li Nisêbînê ji aliye hezaran ve spartên axê. Cenazeyê Kerem piştî kar û barên otopsiyê ji Nexweşxaneya Dewletê ya Mêrdînê ji aliyê malbat û rayedarên MEYA-DER’ê ve hate wergirtin û bi karwanek wesayîtan anîn Nisêbînê. Karwanê wesayîta cenaze li Qada Newrozê bi berzkirina dirûşman hate pêşwazîkirin. Li ber Mala ser saxiyê ya Taxa Devrîmê ya li Qada Newrozê merasîma cenaze hate li darxistin û gel li hember êrîşan û qetilkirinê hêrsa xwe anî ziman. Di merasîmê de kêliyên hestiyar jiyîn û dayikan darbesta Kerem hembêz kir.

'Roj roja xwedî lê derketina berxwedanê ye'

Di merasîmê de rêveberên HDP, DBP, MEYA-DER, hevşaredarên Nisêbînê Sara Kaya û Cengîz Kok, endamên Meclîsa Dayikên Aşîtiyê, aktîvîstên KJA’yê, nûnerên saziyên civakî û bi hezaran kes amade bû. Di merasîmê de ji bo cangoriyên azadiyê û şoreşê deqîqeyek rêzgirtin pêkhat. Piştî rêzgirtinê Hevseroka MEYA-DER’a Mêrdînê Semîre Demîrel axivî û diyar kir ku ew pêkanîn û zilma dewletê qebûl nakin û wiha got: “Çawa ku Mazlum û Kemalan li zîndana Amedê agir dan bedena xwe û dest bi berxwedanê kirin em ê jî îro vê berxwdana gûr bikin. Ev tecrîtek li ser neqebulkirina nasnameya gele kurd e. Kesê dibêje ez kurd im di çavê wan de ‘terorîst in’. Îro roj roja bêtir xwedî derketina nasname û berwxedanê ye.”

‘Dê komploger têk biçin baweriya me biser bikeve’

Hevserokê HDP’a Mêrdînê Musa Alkan jî destnîşan kir ku ew di şexsê hevrêyê xwe Kerem de hemû cangoriyên şoreşê bibîr tînin û got ku ev sedsal sedsala gele kurd û gelan e. Musa da zanîn ku dê hêzên kompleger têk biçin û wiha axivî: “Di vî aliyê de baweriya me mezin e. Em bi vê baweriyê xebatên bidin meşandin. Ev şer ne şerê me ye yê dewletê ye. Her ku gelê kurd yekîtiyê û demokrasiyê dixwaze, lê me qetil dikin û politikaya şer didin meşandin. Îro li Cizîr û Silopî bedenên me bêgiyan li erdê ne. Bi vê yeke li hember daxwaza demokrasiye şer didin meşandin.”

‘Roj roja hebûn û nebûnê ye’

Her wiha di merasîmê de apê Kerem, Nîmet Erek jî axivî û anî ziman ku roja ne roja hêstir barandinê ye û got ku îro roja roja hin bêtir hevgirtinê û xwedî derketina berxwedanê ye. Nîmet destnîşan kir ku îro roja roja bazirganî û karkirinê nîne û wiha got: “Îro roja xwedî derketina hebûn û nebûneyê ye. Ev dijminê xedar ji bo me ji hev belav bike û rêxistinê me perçe bike dê hêj bêtir bi ser me ve bê. Em ê ligel hemû êrîşan xwedî li axa xwe û berxwedana xwe derbikevin.” Di merasîmê de herî dawî endama Meclîsa Dayika Aşîtiyê Afîfe Yıldırım axivî û bilêv kir ku heta ew yek kes jî bimînin dê li berxwe bidin û got ku ew ê tu carî ji ser axa xwe koçber nebin û li hember tank û topan gavek jî paş ve navêjin.

Hevrêyên Kerem darbest hildan ser milan

Piştî axaftinan gel û hevrêyên Kerem darbestê hildan ser milan û ber bi Goristina Hecacan ve dest bi meşê kirin. Di meşê bê navber sloganên “Rêheval Kerem nemire”, “Ey şehit xwîna te li erdê namîne”, “Qatil dewlet dê hesap bide” û “Bijî berxwedana Nisêbînê” hatin berzkirin. Li ser rêya meşê bi sedan welatî tevlî meşê bûn û hêrsa gel a li hember qetliyaman serdest bû. Cenaze ji bo nimêje birin Mizgefta Kişla yê û li vir nimêja cenaze hate kirin. Piştî nimêjê carek din gel darbestê hilda ser milê xwe û dest bi meşe kir. Meş li ser goristanê bi dawî bû û cenazeyê Kerem ligel berzkirina sloganan hate definkirin.

(bg/eb/rc)