Li Silêmaniyê ciwanên êrîşên ser Bakur şermezar kirin rastî êrîşê hatin
16:21
Çile
8
/ 2016
JINHA
SILÊMANÎ - Li bajarê Silêmaniyê yê Başurê Kurdisanê dema ku Komelên Ciwanên Welatparê ji bo şermezarkirina êrîşên dewleta tirk ên ser Bakurê Kurdistanê daxuyanî dan rastî êrîşa Asayîşa YNK'ê hatin.
Li bajêrê Silêmaniyê yê başurê Kurdistanê bi pêşengiya Komelên Ciwanên Welatparê ji bo êrîşên dewleta tirk ên ser Bakurê Kurdistanê daxuyanî hat dayîn. Endamê Komeleyê Aram Pencawîn daxuyanî xwend. Di dema daxuyaniyê de Asayîşa YNK'ê mudaxele kir. Di dema mudaxeleyê de di nava asayîşê û welatiyan de şer derket heya ber êvarê şer berdewam kir.
(şb/zt)