Sakine, Fidan û Leyla li Kobanê hatin bîranîn
18:04
JINHA
KOBANÊ - Ji bo bîranîna sê jinên siyasetmendarên kurd Sakine Cansiz, Fidan Dogan û Leyla Şaylemez li Kobanê bîranîn hat çêkirin.
Ji bo bîranîna sê jinên siyasetmendarên kurd Sakine Cansiz, Fidan Dogan û Leyla Şaylemez li her deverên Rojava jî bi pêşengiya Yekîtiya Star çalakiyan despêkiriye. Li Meclisa Qanunsaz a bajêrarê Kobanê civîn hat li darxistin. Di civîna bi deqeyek rêzgirtinê despêkir de ji Rêvebera Yekitiya Star Sara Xelîl axivî. Sara diyar kir ku di dema wan amadekariyên çalakiyê bîranîna ji bo sê hevalên xwe Sakine, Fidan û Leyla dikirin de li bajarê Silopiyayê dewleta tirk sê hevalên wan ên dinê Sêvê Demir, Pekize Nayir û Fatma Uyar qetilkirin û got: "Emê alaya wan bilind bikin û her dem şopdarê wan bin.
Ji Saziya Malbatên Şehîdan Ayşe Hisên jî destnîşan kir ku her dem deshilatî jinan hedef digire û wiha domand: "Li hemberî hemû êrîşan jinên kurd bi hêz û vîna xwe ya rometdar li ber xwe daye. Emê bi kevneşopiya berxwedana ji jinên pêşeng ji bo me mayî bigihin serketinê."
Piştî axaftinan sînevizyona ser jiyana Sakine Cansiz hatî amadekirin hat pêşandan.
(ze/zt)