Welatiyên Kampa Miştenûr bi zehmetiyên zivistanê re têdikoşin

09:00

Zehîde Ehmed/JINHA

KOBANÊ - Welatiyên Kampa Miştenûr a Kobanê li hember demsala zivistanê têkoşîna jiyanê didin. Ligel barîna berfê û zehmetiya jiyana di konbajarê de jinan diyar kir ku ew gumana ku zarokên wan ji serma zêde nexweş bikevin dijîn.

Ji ber demsala zivistanê gelek welatiyên ku neçar mane ji ber êrîşê çeteyên DAIŞ'ê birevin di kampan de dijîn û mercên giran derbasdikin. Jin û zarokên Kampa Miştenûr a Kantona Kobanê hem li hember jiyanê, hem jî li hember zivistana giran têkoşîna Jiyanê didin. Barîna berfê bandorek giran li ser welatiyan dike û jin gumanê ku zarok nexweşbikevin dijîn. Lê zarok ji barîna berfê bi kêfxweşiyek mezin pêşwazî dikin.

Adla Ahmed derbarê têkoşîna jiyanê de wiha got, "Me berê li Şamê jiyan dikir, piştî şer û alozî em hatin vir. Lê ji ber êrîşê çeteyên DAIŞ'ê hemû warên me xirab bû. Niha em di konan de dijîn, lê em ji xwedê xwe re şûkir dikin. Gelê me yê bakûrê Kurdistanê di rewşên şer ên giran de dijîn. Jiyana wan gorî me zehmetdire. Ji ber vê em bi rewşa wan zêdetir difikirin. Em her dem ji bo piştgiriya gelê bakûrê Kurdistanê amede ne." Adla diyar kir bi qasî ku ew zehmetiya zivistanê dijîn, ewqas jî barîna berfê ji bo axê û cotkaran dê baştir bibe.

Hacîre Alî jî wiha got, "Barîna berfê rengek cûda dide jiyanê. Şert û mercê jiyanê girandike lê belê her demsal di dema xwede rûyê xwe nîşan me dike. Rengê xwezayê û hûndirê mirovan fereh dike. Herî zêde zarok bi barîna berfê re kêfxweş dibe û rûyê wan dikene." Zarokê 12'e salî Nîzar Mihemed jî diyar kir ku ew bi barîna berfê kêfxweşe û wiha got, "Ez ji zûde bendê barîna berfê bûm. Ez ji berfê gelek hezdikim. Ji ber em dileyzin." Her wiha zaroka bi navê Sîlva Xelef ya pênc salî jî bi rûyeke şad li ser kêxwşiya xwe ya ji bo berfê axivî û stranek ya ser Kobanê diyarî tevahî zarokên Kurd kir.

(rc)